Nêçîrvan Barzanî: Pêşmerge ne metirsî ye, parêzvanê Îraq û Kurdistanê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Pêşmerge ne metirsî ye, parêzvanê Îraq û Kurdistanê ye.”

17.10.2024, Per - 16:55

Nêçîrvan Barzanî: Pêşmerge ne metirsî ye, parêzvanê Îraq û Kurdistanê ye
Nuçe Belav bike

Li Zaxoyê Ahenga Derçûnê ya Koleja Leşkerî hat lidarxistin û 792 Pêşmerge mezûn bûn.

Ahenga Derçûnê ya Koleja Leşkerî bi "Ey Reqîb"ê dest pê kir

Paşê Pêşmergeyekî derçûyî di merasîmê de Quran xwend.

Derçûyan dirûşmên "Aştî, Azadî, Niştiman û Bijî Kurdistan"ê bilind kirin û bi xwe û çekên xwe "کورد/Kurd" nivîsî.

“Pêşmerge nasnameya neteweyî ye”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axaftina li vê merasîmê de bal kişand ser girîngiya Pêşmergeyan û got:

“Pêşmergetî erkekî gelekî pîroz e, hemû dîroka Pêşmergetiyê qehremanî û egîdî ye.

Pêşmergeyan serê xwe daye lê serê xwe li ber dijminên Kurdistanê netewandiye. Heta ku Kurdistan hebe dê Pêşmerge jî bimîne.

Pêşmerge nasnameya neteweyî ye. Pêşmerge ne metirsî ye, parêzvanê Îraq û Kurdistanê ye.”

Nêçîrvan Barzanî bi bîr anî ku di nava derçûyan de 50 jin, 13 Êzidî û Kakeyiyek hene û got ku ev dilxweşiya her kesî ye.

Serokê Herêma Kurdistanê, di axaftina xwe de behsa Wecîh Barzanî jî kir ku di şerê “azadiya Îraqê” de birîndar bûye û got, “Mam, em bi te serbilind in.”

“Serê xwe didin lê xwe naçemînin”

Nêçîrvan Barzanî di beşeke zêde ya axaftina xwe de qala rol û girîngiya Pêşmergeyan kir û got:

“Pêşmergetî ji roja ku heye û heta îro cihê şanazî, şerefmendî û berpirsiyariyeke mezin bûye.

Ji roja ku Pêşmergayetî heye û heta îro baweriya Kurd û Kurdistanê bi xwe, bi doza xwe, bi mafên xwe her qewîn bû û roj bi roj xurttir jî dibe.

Pêşmergayetî erkekî gelekî pîroz e, beşeke girîng a nasnameya niştimanî û netweyî ya Kurdistanê ye.

Berdewamiya karwanekî dûr û dirêj ê xebat û têkoşînê ye ji bo parastina miletê me û ji bo parastina Kurdistaniyan.

Hemû dîroka Pêşmergayetiyê qehremanî û mêrxasî û qurbanîdanên mezin in ji bo azadiya Kurdistanê.

Pêşmergeyan serê xwe daye lê wan ti carî xwe li ber dijminan neçemandî ye.”

Barzanî diyar kir ku Pêşmergeyan “efsaneya DAIŞê” şikandiye û rê nedaye ku Kurdistan bikeve destê terorîstan û li pey çû:

“Heta ku Kurd û Kurdistan hebin Pêşmerge dê her bimîne.”

Nêçîrvan Barzanî ji bo alîkariyên ku dane Pêşmerge û Îraqê spasiya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) kir û got ku Pêşmerge, Artêşa Îraqê û Heşdî Şebiyê bi taybetî li deverên di çarçoveya Madeya 140î ji bo aramiyê gelek karên hevpar kirine.

“Pêşmerge ne metirsî ye”

Barzanî diyar kir ku DAIŞ heta niha jî gef û metirsî ye û got:

“Ji ber vê jî gelekî girîng û pêwîst e ku di navbera artêşa Îraqê û hêzên Pêşmergeyan de alîkariya berdewam hebe.

Divê ev alîkarî û hevahengî berdewam bike.

Divê li bîra me be ku me ji bo parastina Îraq û Kurdistanê bi hev re xwîna xwe daye.

Pêşmerge beşek e ji sîstema parastinê ya Îraqê lewma divê Îraq erkê xwe yê yasayî bi cih bîne û piştevan be û çekdarkirina Pêşmergeyan bi cih bîne.

Pêşmerge ne metirsî ye, Pêşmerge parêzvanê Îraq, Kurdistan û mirovayetiyê ye.”

“Pêşmerge dê bibin yek”

Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de reformên li Wezareta Pêşmergeyan jî bi bîr anîn û got:

“Ev pêvajo ne wekî me divê û ne jî wekî wan divê ye. Ne li gorî temahiyên me ye.

Di pêvajoyê pirsgirêk hene, hêdî berdewam dike.

Divê em hemû alî karekî cidî bikin û vê pêvajoyê bibin serî.

Çênabe ku ku wan dost û hevpaymanên xwe bêhêvî bikin ku ji bo yekkirina Pêşmergeyan karekî cidî dikin.

Ji bo vê jî peyama min a ji bo dostên Hevpeymanan ev e: Rast e, ev proje û ev pêvajo li ser hemdê xwe bi rê ve diçe lê îradeyeke me ya cidî heye da ku em hêzên Pêşmergeyan bikin hêzeke niştimanî ya Kurdistanî û dê ji bo birêvebirina Pêşmergeyan tenê yek hêza me hebe û yek wezareta me hebe û yek serkirdayetî hebe.

Em dê gav bi gav hemû asteng û arîşeyan çareser bikin heta ku em bigihin encama vê pêvajoyê.

Em bi duristî pêbend in ku leşkerekî yekgirtî yê Pêşmergeyan hebe, leşkerekî niştimanî be û di bin birêvebirî û kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmergeyan de be.”

Nêçîrvan Barzanî bangî derçûyan kir da ku haya wan ji girîngiya wan hebe û ji bo civakê bibin mînak, ji civakê re bi awayê herî baş xizmetê bikin û got, “Ti carî nabin aliyê nakokiyên siyasî.”

“Em ne alîgir in”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê di aloziyên li Rojhilata Navîn de ne alîgir e û pê de çû:

“Em li gel rawestîna şer û aloziyan in. Me divê hemû pirsgirêk û arîşe werin çareserkirin.

Em ti awayî naxwazin ku Îraq û Herêma Kurdistanê bikevin nav van aloziyan û divê hewl bê dayîn da ku rewş aloztir nebe.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 90 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:44:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x