Pîlaneke nû ya Almanya ji bo alîkarîkirina Pêşmerge heye

Fermandeyê Hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê pilana nû ya welatê xwe ji bo alîkarîkirina Pêşmergeyan berçav kir. Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerg jî dibêje, “Em zêdetir hevahengiyan ji dostên xwe yên di nav Hevpeymaniya Navdewletî de çaverê dikin.”

10.06.2024, Pts - 10:08

Pîlaneke nû ya Almanya ji bo alîkarîkirina Pêşmerge heye
Nuçe Belav bike

Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerg Ferîq Rukin Îsa Uzêr îro 09.06.2024 bi Fermandeyê Hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê Kolonel Lars Persikoviski re civiya.

Li dû ragehandina Wezareta Pêşmerge, di wê civînê de ku Birêveberê Hevahengî û Peywendiyên Wezareta Pêşmerge Lîwa Rukin Mihemed Seîd jî tê de berhev bûbû, danûstandin li ser piroje û pilanên nû yên welatê Almanyayê ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hatin kirin, herwesa danûstandin li ser berheviyên welatê Almanyayê û berçavkirina pilana nû ya alîkarî û hevahengiyên tîmên şêwirmendên wî welatî ji bo Wezareta Pêşmerge hatin kirin.

Wezareta Pêşmerge eşkere dike, li bernaberî diyarkirin û berçavkirina alîkariyên Almanyayê ji bo Pêşmergeyan, Serokerkan Ferîq Rukin Îsa Uzêrspasî û rêzên Wezareta Pêşmerge ji bo piştgiriya Hevpeymanan û tîma serbazî ya welatê Almanyayê ji bo hêza Pêşmergeyên Kurdistanê diyar kir, di eynî demê de tekez li ser zêdetir giringîdana bi warên cuda cuda kir ji bo rêkxistina hêzên Pêşmergeyan di çarçoveya bernameya çaksaziyê de ku karê pêşiyê yê Wezareta Pêşmerge ye û berdewam jî dibe. Herwesa got, “Em zêdetir hevahengiyan ji dostên xwe yên di nav Hevpeymaniya Navdewletî de çaverê dikin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 416 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:53:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x