PKKê dê ji Şingalê û Artêşa Tirkiyeyê jî dê ji Başîqayê derkeve

Endamê Komisyona Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ragihand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji wan re eşkere kiriye ku ji PKKê dê ji Şingalê derkeve û Artêşa Tirkiyeyê jî ji Başîqayê, lê Endamê Tevgera Goranê Huşyar Ebdullah got,Ebadî ji Tirkiyeyê diyar kiriye ku ew ê şerê PKKê nekin.

15.01.2017, Paz - 19:08

PKKê dê ji Şingalê û Artêşa Tirkiyeyê jî dê ji Başîqayê derkeve
Nuçe Belav bike

Duh şemiyê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Bexdayê, li gel Şêwirmendê Asayîşa Nîştîmanî ya Iraqê Falih Feyyaz, endamên Komîsyona Ewlekarî û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê û hejmareke zêde yê berpirsên leşkerî û îstîxbaratê civînek li dar xist.

Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Ragihandina Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku Ebadî derbarê aliyên leşkerî û istixbaratî yên têkoşîna li dijî terorê û rewşa ewlekariyê de axivî û dûre bersiva pirsyarên beşdaran da.

Li gorî daxuyaniya Serokwezîriya Iraqê, Ebadî derbarê aliyên leşkerî û yên istixbaratî yên têkoşîna li dijî terorê de axiviye û behsa rewşa ewlekariyê kiriye û dûre bersiva pirsyarên beşdaran daye.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Endamê Komîsyona Ewlekarî û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah derbarê mijarên girêdayî Herêma Kurdistanê, nexasim muçeya pêşmergeyan de wiha gotiye: “Me ji Ebadî daxwaz kir, eger meaşê hemû pêşmergeyan nedin jî bila yên pêşmergeyên navçeyên nakok diparêzin bidin. Lê Ebadî ev daxwaza me qebûl nekir û ji me re got, Herêma Kurdistanê petrolê difiroşe, bila ji pereyê petrolê muçeyên pêşmergeyan bide.”

Derbarê heman mijarê de, Rojnewsê ragihand ku Endamê Tevgera Goranê Huşyar Ebdullah ku endamê Komisyoan Ewlekarî û Parastinê ye jî, wiha got: "Haya me jê heye ku Herêma Kurdistanê, 20% ji petrola Iraqe difiroşe. Rojane milyon heta milyon û 300 hezar bermîl petrol difiroşe. Nexwe çima maeşên karmend û pêşmergeyan nade? Ji ber aliyên herêma Kurdistanê di vê mijarê de hevpar in, dengê xwe ji bo hev dernaxin".

Herwiha Şaxewan Ebdullah daye zanîn ku di civînê de mijara hebûna PKKê li Şingalê jî bûye rojev û wiha gotiye:

“Heyder Ebadî di civînê de eşkere kir ku berpirsyarên Bexdayê li gel berpirsyarên PKKê civiyane û ji wan xwestiye ku ji Şingalê derbikevin. Ebadî got, me ji wan re gotiye hûn welatiyên Tirkiyeyê ne, mafê we tenê ji bo wê heye, hûn daxwaza nîştecîbûna li ser axa Iraqê bikin û destûra mayînê werbigirin.” Li gorî nûçeyê, Ebadî eşkere kiriye ku PKKê ev daxwaza Bexdayê pejirandiye. Ji aliyê din ve, Endamê Komîsyona Ewlekarî û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah diyar kir ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civînê de daye zanîn ku dê leşkerên tirk jî ji Başîqayê vekişin. Belam berovajî Şaxewan Ebdullahî, Huşyar Ebdullah li gorî nûçeya RojNewsê wiha gotiye: Tirkiye û Hewlêr ji Tirkiyeyê ditirsin. Polîtîkaya me zelal e û me ji Tirkiyeyê re eşkere kir ku em ê nehêlin xaka me bi kar bîbin ji bo êrîşî cîranên me bikin. Herwiha me ji Tirkiyeyê re got ku em ê li dijî PKKê şer nekin.

"Li ser mijara hebûna DAIŞê ya li Hewîceyê jî Şaxewan Ebdullah ragihand; “Me ji Ebadî xwest ku ji bo rizgarkirina navçeya Hewîceyê gav bên avêtin. Ji ber ku hebûna DAIŞê li Hewîceyê gefeke mezin e li ser ewlekriya Kerkûkê û herwiha şîrketên petrol û gazê. Lê Ebadî ji me re got, berpirsyarêê dernegketina operasyona Hewîceyê Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm e.”

Şaxewan Ebdullah ev helwesta Ebadî rexne kir û got; “Bi nêrîna min piştî operasyona Mûsilê dê hevkarî û hemahengiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de nemîne. Ebadî û Malîkî tenê weke nav ji hev cuda ne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1489 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:01:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x