SANA: Lî Efrînê 86 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan

Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANAyê amarên şerê Efrînê belav kir û ragihand ku di heyam 9 rojan de 86 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û 195 sivîl jî birîndar bûne.

28.01.2018, Paz - 14:21

SANA: Lî Efrînê 86 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Êrişên hêzên artêşa Tirk û çekdarên dijbereya Sûriyê ku Tirkiyê piştgiriya wê dike di roja 9emîn de li ser herêma Efrîn û derdora berdewam dikin.

Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî li ser sînorê Bakurê Kurdistanê û Efrînê ragihand ku firokeyên şer ên Tirkiyê bi awayekî berdewam Çiyayê Qestelê bombebaran dikin. Şervanên YPGê jî ji bereyên xwe yên li Çiyayê Qestelê venekişiyane û li ber xwe didin.

Li gor amarên SANAYê ku dispire çavkaniyên heremî; ji 20ê Çileya 2018an heta 28ê Çileya 2018an ji ber êrişên esmanî û bejahî yên artêşa Tirkiyê ya ser Efrînê, bi giştî 86 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û 195 sivîl jî birîndar bûne.

Roja 20ê Çileya 2018ê Artêşa Tirkiyê dest bi operasyona ser Efrînê kir û heta niha ji ber topbaran, bombebaran û şer û pevçûnên navbera Artêşa Tirkiyê-Artêşa Azad a Sûriyê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji herdu aliyan gelek kes bûne qurbanî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1073 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:41:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x