Serokwezîr: Me peyama Hewlêrê Gihande Bexdayê

Mesrûr Barzanî, serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, Me peyama Hewlêrê gihande Bexdayê.

16.07.2019, Sal - 15:45

Serokwezîr: Me peyama Hewlêrê Gihande Bexdayê
Nuçe Belav bike

Piştî ku kombûna Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê li gel serokê Civata Nwênerên Îraq, Mehemed Helbûsî bi dawî hat, serokê hikumetê bo dezgehên ragehandinê axivt.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ew hatine Bexdayê da ku pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de çareser bikin Serokê Hikumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di daxuyanîyeke rojnamevanî de piştî civîna ligel Serokê Parlementoya Iraqê got, piştî civîna dawî ya Kabîneya Hikumeta Kurdistanê wan biryar da bû, seredana Bexdayê bikin û pirs û pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de, ligel rayedarên Iraqê gotûbêj bikin.

Got jî: Em li gel serok komar, serok perleman û hikumetê civîn. Têgihêjtinên gelek baş hebûn, hemû ew tiştên pêwîst bû bihên gotin ji alîyê şanda herêmê ve me ji wan re got û peyama Hewlêr gihande Bexdayê.

Herweha got: Di ayîndeyeke nizîk de dê dest bi danûstandinê teknîkî dê bihê kirin bo gengeşekirina wan miijaran.

Hevdem serokê Civata Nwênerên Îraqê, Mehemed Helbûsî, pêzanînên xwe derbirî li ser serdana şanda Herêmê bo Bexdayê û ragehand: Ev serdan giring bû bo nîşandana nîyazpakîya Herêma Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 766 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:24:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x