Serokwezîra Îtalyayê gihîşte Hewlêrê

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Miloni gihîşte Herêma Kurdistanê û li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

23.12.2022, Cum - 12:20

Serokwezîra Îtalyayê gihîşte Hewlêrê
Nuçe Belav bike

Di vê serdanê de Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Miloni ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dicive û herwiha serdana tîma şêwirmend û serbazên welatê xwe yên li Hewlêrê dike.

Niha 300 serbazên Îtalyayê li Herêma Kurdistanê hene, di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de rahênana hêzên Pêşmerge dikin.

Serdana Serokwezîra Îtalyayê piştî wê yekê tê ku roja 8ê Berfanbara 2022yan, nameyek arasteyî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiribû û soz dabû ku serdana Herêma Kurdistanê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 326 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:36:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x