Serokwezîr Barzani: Alîkarîya civaka nawdewletî ne li asta pêwist e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh li Hewlêrê bi şandeyeke Yekitiya Ewropayê re civiya û diyar kir ku alîkariya Bexda û civaka navdewletî ne di asta pêwîst de ye.

07.03.2017, Sal - 13:28

Serokwezîr Barzani: Alîkarîya civaka nawdewletî ne li asta pêwist e
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh li Hewlêrê pêşwaziya Berpirsyarê komisyona Karûbarên Mirovî û qeyranan a Yekîtiya Ewropayê Christos Styliandes û şandeya li gel wî kir. Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talabanî û hejmarek wezîrên Herêma Kurdistanê jî beşdarî civînê bûn.

Şandeya ewropî ji ber parastina hemû pêkhateyan û pêşwazîkirina mexdûrên şerê terorê spasiya gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê û herwiha Hêzên Pêşmerge kir. Şandeyê dilxweşiya xwe ji bo hevahengiya leşkerî di navbera Bexda û Hewlêr eşkere kir û xwest ku ev hevahengî di warên din de jî zêde bibe.

Komiserê Karûbarên Mirovî û Qeyranên Yekîtiya Ewropayê Christos Stylianides teqez kir ku hevkariya Yekîtiya Ewropayê ji bo penaber û koçberên Herêma Kurdistanê dê berdewam bike û diyar kir ku alîkariyên di warên tenduristî û perwerdehiyê de dê ji bo herêmên kontrolkirî bên şandin.

Kêmbûna dermanan ji ber şerê Musul\'ê ye

Herwiha Christos Stylianides destnîşan kir ku ji bo sivikkirina qeyranê dê hevkariya Herêma Kurdistanê bikin.

Ji aliyê din ve Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî bal kişand hatina koçber û penaberan ku bûye sedem ku rêjeya şêniya Herêma Kurdistanê ji sedî 35 zêde bibe.

Barzanî diyar kir ku serbazên Artêşa Iraqê yên li Mûsilê birîndar dibin li Herêma Kurdistanê tên dermankirin û diyar kir ku ev yek sedema kêmbûna dermanan e li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Kurdistanê got, di vî warî de Bexda û civaka navdewletî bi awayê pêwîst alîkarî nedane wan û got; “Pêwîst e civaka navdewletî bi awayekî cidî li ser vê pirsê raweste.\"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1191 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:26:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x