Zêdetirî 913 hezar aware û penaber li Herêma Kurdistanê dijîn

Li gor zanyariyên Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, heta dawiya sala 2022an, zêdetirî 913 hezar aware û penaber li Herêma Kurdistanê dijîn.

24.01.2023, Sal - 07:12

Zêdetirî 913 hezar aware û penaber li Herêma Kurdistanê dijîn
Nuçe Belav bike

Duh Duşemê 23ê Çileya 2023an, Fermangeha Medya û Zanyarî zanyariyên herî dawî yên amarên Rêveberiya Koç û Koçberan a Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê belav kir, ku rêjeya awareyan bi giştî li Herêma Kurdistanê, nêzîkî 665 hezar kes û rêjeya penaberan jî zêdetirî 248 hezar kes bûne.

Herwiha li gor amarên Rêveberiya Koç û Koçberan, rêjeya awareyan bi giştî li Herêma Kurdistanê, 664 hezar û 798 kes bûye, ku 174 hezar û 707 kes di nav kampan de ne û ji wê hejmarê jî, 102 kes vegeriyane cih û warê xwe, herwiha 230 awareyên din jî çûne nav kampan.

Derbarê hejmara awareyên li derveyî kampan, amarên Rêveberiya Koç û Koçberan a Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê eşkere kiriye ku 490 hezar û 92 kes bûne.

Herwiha rêjeya pebaneran li kampan di sala borî de, 93 hezar û 966 kes bûye, 154 hezar û 468 kesên din jî li derveyî kampan hatine tomarkirin, ji wê hejmarê jî, 367 kes vegeriyane cih û warê xwe û 482 penaberên nû jî li kampan cihê hewandinê ji bo wan hatiye dabînkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 519 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:39:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x