Li Urmiyeyê di 10 rojan de 11 kes di qezayên trafîkê de mirin

Rêveberiya Polîsê Trafîkê yê Urmiyeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku di 10 rojan de 11 kesan di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest daye.

25.03.2024, Pts - 17:36

Li Urmiyeyê di 10 rojan de 11 kes di qezayên trafîkê de mirin
Nuçe Belav bike

Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Polîsê Trafîkê yê parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê Reza Penahî ragihand ku di 10 rojan de li nav sînorên parêzgeha Urmiyeyê her kêm 11 kesan canê xwe ji dest daye.

Reza Penahî amaje bi wê yekê jî kiriye ku di rojên Newrozê de qerebalixiyeke zêde li ser rêyên parêzgehê heye û divê şofêr ji bo silametiya xwe, xizmên xwe û canê welatiyan pabendî tedbîrên ewlehiyê yên trafîkê bin.

Reza Penahî herwiha eşkere kir ku sedema sereke ya rûdanên trafîkê pabendnebûna bi tedbîrên trafîkê, ajotina bilez û xemsariya şofêran e û ji sedî 60ê qezayan jî 30 kîlometreyî dûrî navenda Urmiyeyê pêk hatine.

Reza Penahî hişyarî jî da şofêran ku dê hefteya bê pêleke baranê parêzgaha Urmiyeyê bigire ber xwe.

Rêveberê Giştî yê Polîsê Trafîkê yê Îranê Teymûr Huseynî 22yê Adarê ji medyaya fermî ya Îranê re ragihandibû ku 15-21ê Adarê 50 hezar bûyerên trafîkê çêbûne û di encamê de 321 kesan canê xwe ji dest daye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 220 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:27:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x