Barzanî: Karker çîna kedkar û zehmetkêşên welat in

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo Roja Cihanî ya Karkeran peyameke pîrozbahiyê belav kir û roja kedkaran pîroz kir.

01.05.2017, Pts - 05:52

Barzanî: Karker çîna kedkar û zehmetkêşên welat in
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyama xwe de ragihand ku karker çîna kedkar û zehmetkêşên welat in û roleke wan a bi bandor di pêşketina aboriya civakê û dabînkirina bextewerî û xweşguzeraniya hemwelatiyan de heye. Divê Kurdistan ji bo baştirkirina rewşa karkeran û dabînkirina mafên wan de gavan biavêje.

Barzanî di berdewamiya peyama xwe de got: "Bi helkevta Roja Cihanî ya karkeran û cejna karkeran germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû karkerên Kurdistanê û Sendîkaya Karkerên Kurdistanê û rêxistinên piştgir ên mafên karkeran dikim. Karker çîna kedkar û zehmetkêşên welat in û roleke wan a bi bandor di pêşketina aboriya civakê û dabînkirina bextewerî û xweşguzeraniya hemwelatiyan de heye û destxweşiyê li erk û keda wan dikim."

Serokê Kurdistanê di dirêjiya peyama xwe de got: "Rêzgirtina mafên karkeran û baştirkirina rewşa jiyana wan û berçavgirtina dadperweriyê amaje ne ji bo geşbûna mirovî û aboriyê û pêwîst e Kurdistan di wê rêyê de pêngavan bavêje. Di vê helkevtê de, ez hêviya şadî û bexteweriyê ji bo karkerên azîz dixwazim."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1623 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:05:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x