'Name ji Mustafa Kemal re' bo Kurdî hat wergerandin

Name ji Mistefa Kemal re, ku ji aliyê Mîr Celadet Elî Berdirxan ve hatiye nivîsandin, bo kurdî (soranî) hat wergerandin.

01.03.2023, Çar - 06:44

'Name ji Mustafa Kemal re' bo Kurdî hat wergerandin
Nuçe Belav bike

Wergêr Mihemed Îzeddîn, piştî pirtûka Îsmaîl Beşîkçî ya “Bîranînan” û pirtûka Mûsa Anter a “Bîranînên Min, pirtûka Mîr Celadet Elî Berdirxan a bi navê “Name ji Mustafa Kemal re” wergerandiye zaravayê Soranî ya Kurdî.

Îzeddîn Birîna Reş a Mûsa Anter jî ji zaravayê Kurmancî yê Kurdî kiriye Soranî.

Îzeddîn ku “Name ji Mustafa Kemal re” ji Osmanî wergerandiye Kurdî, ji Rûdawê re axivî û got “Nêzîkî 2 sal in ez ji bo wergerandina vê nivîsa dîrokî ya girîng dixebitim.”

Îzeddîn diyar kir ku ev berhem yekem berhem e ku wî ji osmanî wergerandiye û dibêje “Name di sala 1932an de bi tirkîya osmanî hatiye nivîsandin û paşê jî wek du cild hatiye çapkirin. Di pirtûkê de gelek mijarên girîng ên siyasî û civakî û mijarên girêdayî ziman hene, ku nivîskar bi nameya xwe ya ji Ataturk re şandiye”

Pirtûka ku bi navê "Mektûb Bo Ataturk" wergerandibû kurdî ji Weşanên Fam Çapê derket.

Bi vê wergera “Name ji Mustafa Kemal re” bû yekemîn pirtûka Mîr Celadet Elî Berdirxan ku ji Osmanî bo Soranî hatiye wergerandin.

Name ji Mustafa Kemal re ku di sala 2020’an de cara duyemîn ji aliyê Weşanên Avesta ve hatiye weşandin, ji 122 rûpelan pêk tê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 244 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:32:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x