Nêçîrvan Barzanî ‘Cejna Rojî’ li Kurdên Êzidî pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê ji bo pîrozkirina Cejna Rojiyê li Kurdên Êzidî peyamek belav kir.

16.12.2022, Cum - 05:41

Nêçîrvan Barzanî ‘Cejna Rojî’ li Kurdên Êzidî pîroz kir
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Pêncşemê 15ê Berfanbara 2022an ji bo pîrozkirina Cejna Rojiyê li Kurdên Êzidî peyamek belav kir û cejna Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg, Encûmena Rûhanî ya Kurdên Êzidî Babaşêx û “hemû xwişk û birayên Êzidî” pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî ji bo Cejan Rojiyê hevxemiya xwe nîşan da ku heta niha “hejmareke zêde” ya Kurdên Êzidî koçber in û beşek ji wan di kampan de dijîn û venegeriyane malên xwe.

Nêçîrvan Barzanî dibêje, ew hêvî dike ku Kurdên Êzidî di rewşeke aram de cejna xwe derbas bikin û hêvî dike ku di cejnên bê de jî di rewşeke baştir de bin.

Nêçîrvan Barzanî li ser penaberên Kurdên Êzidî yên di kampan de Cejna Rojiyê pîroz dikin anî ziman, “Dilê me bi wan re ye û em ji nêzîk ve rewş û jiyana wan dişopînin. Ez pîrozbahiyên xwe yên taybet pêşkêşî wan hemûyan dikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de li ser Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin destnîşan kir ku “xwişk û birayên Êzidî” piştrast dike ku dê hemû hewlên xwe ji bo rizgarkirina wan bidin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 270 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:33:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x