PAK: 1ê Gulanê li hemû karker û kedkaran pîroz be!

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)

01.05.2017, Pts - 14:47

PAK: 1ê Gulanê li hemû karker û kedkaran pîroz be!
Nuçe Belav bike

Kedkarên bakurê Kurdistanê, îsal jî ji mafên xwe yên bingehîn ên aborî, civakî, neteweyî û demokratîk bêpar, pêşwazîya 1ê Gulanê dikin. Karker, kedkar û karmendên Kurd û Kurdistanê têkoşîna xwe ya ji bo azadî û serdestîya miletê xwe, welatê xwe û têkoşîna ji bo azadî, demokrasî, jîyaneke bi rûmet û edaleta civakî bi hev re dimeşîne. Ji ber vê yekê, 1ê Gulanê ji bo karker, kedkar û karmendên Kurd û Kurdistanê maneyeke xwe ya hîn firehtir û kûrtir heye.

Di 1ê Gulana 2017an de karker, karmend û bi giştî kedkarên bakurê Kurdistanê di rewşeke xerab de dijîn; şerê heyî û qedexeyên Rewşa Awarte Jî rewşa kedkaran zehmettir dike.Bi hezaran kes ji kaên xwe hatine avêtin.
Kedkarên Kurdistanê têkoşîna ji bo aborîyeke hîn baştir, ji bo maf û demokrasîyeke hîn firehtir û ya welatekî azad bi hev re dimeşînin.

PAK dibêje em di 1ê gulanê de dengê xwe bilind bikin û bêjin ‘’Ji şer re, ji Rewşa Awarte re na; ji çareserîya siyasî û ji azadîya Kurdistanê re erê’’.

Bi hêvîya ku, li ser axa welatê xwe, li ser bingehê azadî û edaleta civakî miletê Kurd û civaka Kurdistanê bikaribe xwe bi xwe bi awayekî azad îdare bike, Partîya Azadîya Kurdistanê 1ê Gulana hemû karker, kedkar û karmendên Kurd û Kurdistanê û dinyayê pîroz dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2245 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:48:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x