Îsal hinara Helebceyê digihe welatê Îmaratê

Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê ragihand, îsal berhemên hinara Helebceyê weke markayeke Kurdî digihe bazarên Îmaratê û ji niha ve amadekarî ji aliyê kalîte û lojîstîk ve hatine kirin.

17.10.2022, Pts - 12:07

Îsal hinara Helebceyê digihe welatê Îmaratê
Nuçe Belav bike

Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî îro duşemê 17ê Cotmeha 2022yan, serperiştiya civîna wezareta xwe kir, ku hejmarek şêwirmendên welatê Holandayê û tîmeke pispor a Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civînê de amade bûn, li gor daxuyaniya wezaretê, di civînê de çendîn mijarên girîng hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerkirin ku di civînê de proseya bazarkirin û markakirina berhemên navxweyî ku îsal berhema hinara Helebceyê weke markayeke Kurdî digihe bazarên Îmaratê û ji niha ve ji aliyê kalîte û lojîstîk ve amadekarî hatine kirin.

Herwiha li ser mijara çareserkirina kêşeyên zevî û erd hatiye axaftin, da ku astengî û rutîn li ber cotkar û veberhêneran û xwediyên projeyan werin kêmkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat eşkerkirin ku behsa mijara bazakirina berhemên çandiniyê û rêkxistina şêwaza rênimayên çandinî û alîkarîkirina cotkaran hatiye kirin, ji aliyê çawaniya bikaranîna teknolojiya pêşketî ya çandiniyê, bi mebesta nûjenî û pêşvebirina sektora çandiniyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 333 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:45:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x