Li Minbicê 313 kes bi Kolerayê ketine

Li herêma Minbicê ya di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojava) de, 313 kes bi nexweşiya Kolerayê ketine.

09.11.2022, Çar - 09:49

Li Minbicê 313 kes bi Kolerayê ketine
Nuçe Belav bike

Komîteya Tendirustiyê ya Minbicê ragihand ku heta niha 313 kes li bajarê Minbicê û derdora wê bi nexweşiya Kolerayê ketine.

Bi gotina Komîteya Tendirustiya Minbicê, 525 kesên din jî guman li ser wan heye ku bi heman nexweşiyê ketibin.

Ji ber nebûna ava paqij, ew demeke e ku li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nexweşiya Kolerayê belav bûye.

Rêveberiya Xweser di destpêka meha Îlona îsal de ragihandibû ku ji ber qutkirina avê ji aliyê Tirkiyê ve nexweşiya Kolerayê li herêmê zêdetir belav bûye.

Li Minbicê komîteyek ji bo rûbirûbûna nexweşiya Kolerayê hatiye damezrandin.

Wezareta Tendirustiya Sûriyê pêştir ragihandibû, zêdetir ji 11 hezar kesan li navçeyên di bin kontrola hikûmeta Şamê de bi Kolerayê ketine ku hejmara herî zêde ya nexweşan li Heleb, Dêrezor, Heseke, Reqa û Laziqiyeyê ye.

Heman wezaretê diyar kiribû, li Sûriyê 48 kesan jî ji ber kolerayê canê xwe ji dest dane.

Lê belê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) dibêje, ji Îlona îsal ve li Sûriyê derdora 20 hezar kesan bi Kolerayê ketine, ji sedî 50ê wan di bin 5 salî de ne û 81 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 278 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:15:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x