Semsûr: Di 2022an de zêdetirî 370 hezar geştyaran serdana cihên dîrokî kirine

Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê di sala 2022an de 370 hezar û 823 geştyaran serdana şûnwarên dîrokî kirine.

02.01.2023, Pts - 11:48

Semsûr: Di 2022an de zêdetirî 370 hezar geştyaran serdana cihên dîrokî kirine
Nuçe Belav bike

Parêzgarê Semsûrê Mahmut Çuhadar dibêje sala borî li gor salên din hejmara geştyarên serdana cihên dîrokî yên li parêzgehê kirine zêdetir bûye û bi giştî 370 hezar û 823 geştyar hatine tomarkirin û armanca wan ew e hejmara sala bê derkeve 500 hezar geştyaran.

Çiyayê Nemrûdê ku ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve wek devera Parka Nîştimanî hatiye parastin û ji xeynî peykerên bê mînak, di Lîsteya Mîratên Cîhanî ya UNESCOyê de cih digire, bi bilindbûna 2 hezar 150 metre wek "cihê herî xweş ji bo dîtina hilatina rojê û avabûna rojê" tê naskirin. Li lûtkeya çiyê hem gir û hem jî peykerên pir mezin ku firehiya wan 150 metre û bilindahiya wan jî 50 metre hene bala geştyaran dikşînin.

Li gor amarên Parêzgariya Semsûrê sala borî, Çiyayê Nemrûd 254 hezar û 294, Bajarê Dîrokî yê Perre 28 hezar û 733, Şûnwarê Arsemia 55 hezar 821, Keleha Kolikê 10 hezar 295, Şûnwarê Bêsnî Sofraz hezar û 287 û Muzexaneya Semsûrê 20 hezar û 393 geştyaran serdan kirine.

Parêzgarê Semsûrê Mahmut Çuhadar anî ziman, “Ji bo geştyaran hem çalakiyên me yên werzişê û hem jî yên hunerî hene. Ligel van xebatan ji bo parêzgeha me zêdetir were naskirin em li navxwe û derveyî Tirkiyê kar û xebatan dikin. Beşdarî pêşangehên navdewletî jî dibin. Li bajarê Perre jî nêzîkî 3 salan e kolandin berdewam e. Ji ber destpêkirina demsala zivistanê me niha rawestandiye lê dema wê bê em dê careke din dest pê bikin. Me serlêdana fermî kiriye da ku em Girê Qaraqûşê ku wek Gora Melîkeyan tê naskirin bixin nav karê xwe yê kolandinê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:21:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x