Li Xurmatû Çekdarên Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê li hev dan!

Li bajarê Xurmatû yê Başûrê Kurdistanê, di navbera çekdarên Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê de şer derket.

20.12.2017, Çar - 12:01

Li Xurmatû Çekdarên Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê li hev dan!
Nuçe Belav bike

Berdevkê qaymeqamtiya Xurmatû, Mihemed Fayîq li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye, îro danê sibê li ber avahiya qaymeqamtiya Xurmatû di navber komek çekdarên Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê de şer derket.

Mihemed Fayîq daye zanîn ku çekdarên Heşda Şeibî yên ku şerê hêzên artêşa Iraqê kirine, girêdayî grûpa Esayib Ehlê Heqê ya Heşda Şeibî bûne ku yekser girêdayî Îranê ne.

Fayîq li ser sebeba derketina wî şerî jî ti agahî nedaye.

Bajarê Xurmatû yê Başûrê Kurdistanê jî mîna bajarê Kerkûkê û gelek deverên din yên Kurdistanî, şeva 16 Cotmeha îsal ji aliyê çekdarên Heşda Şeibî û pasdarên Îranê ve û bi alîkariya grûpa xiyanetê ya YNKê hat dagîrkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1713 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:35:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x