Ji Erebîstana Siudî bo YPG'ê alîkarî

Rojnameya Yenî Şafak îddia kir ku Erebîstana Siudî bo YPG'êbi gelek tiran alavên jiyanî rêkiriye.

24.10.2017, Sal - 14:03

Ji Erebîstana Siudî bo YPG'ê alîkarî
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên li ser malpera rojnameya Tirk a bi navê Yeni Şafakê hat îdiakirin, dewleta Erebistana Siûdî bi gelek wesayitên tiran alîkariya kelûpel ji bo YPG'ê şandiye.

Di nûçeyê de hat gotin ku Erebistana Siûdî ew tiştên wekî derman û xwarinê şandine bajarê Hesekê û ligel wan tiştan 12 ambûlans jî şandine. Herwisa hat îdiakirin ku ev xebatên alîkariyê ji aliye Wezîrê Karên Kendavê yê Erebistana Siûdî Samîr el Sebhan ve tên meşandin.

Li gel vê yekê di nûçeyê de serdana Wezîrê Siûdî El Sebhan û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Brett McGurk ya ji bo Reqqayê û alîkariyên Amerîka yên ji bo YPGê bibîrxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1763 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:06:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x