Nêçîrvan Barzanî pesnê rola Neteweyên Yekbûyî ya li Îraq û Herêma Kurdistanê da

Nêçîrvan Barzanî, li Munîhê bi Serokê Koma Vekolînên Stratejîk a UNAMIyê Volker Perthes re hevdîtinek kir.

17.02.2024, Cts - 17:15

Nêçîrvan Barzanî pesnê rola Neteweyên Yekbûyî ya li Îraq û Herêma Kurdistanê da
Nuçe Belav bike

Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de berdewam dikin.

Nêçîrvan Barzanî doh bi gelek lîder û siyasetmedaran re hevdîtinên girîng kiribûn.

Serokê Herêma Kurdistanê, îro jî hevdîtinên xwe didomîne.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe de, bi Serokê Koma Vekolînên Stratejîk a UNAMIyê Volker Perthes re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê ji ber rola wê ya erênî ya li Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Neteweyên Yekbûyî kir û pesnê vê rola wê da.

Volker Perthes bal kişand ser peywir û berpirsiyariya koma xwe ya ji bo şopandina kar û xebatên saziyên Neteweyên Yekbûyî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî û Volker Perthes mijarên wekî rewşa Îraqê û rûdanên siyasî û ewlehiyê jî nirxandin.

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku tevî konferansê dibe û ew doh çû Munîhê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 260 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:09:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x