Nêçîrvan Barzanî û Tobias Lindner: Divê rewşa Êzidiyan were başkirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Munîhê bi Wezîrê Dewletê ya Almanyayê yê Kurûbarên Derve Tobias Lindner re hevdîtinek kir.

17.02.2024, Cts - 09:10

Nêçîrvan Barzanî û Tobias Lindner: Divê rewşa Êzidiyan were başkirin
Nuçe Belav bike

Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir, di hevdîtinê re hilbijartinên Herêma Kurdistanê û rewşa Êzidiyan hatin guftûgokirin.

Serokatiyê amaje pê kir, her du aliyan bal kişandiye ser girîngiya bipêşvebirina pêwendiyên Almanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistan re û berfirehkirina hevkariyê.

Barzanî û Tobias Lindner da zanîn ku ewlehî û seqamgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo hemû herêmê girîng e.

Tobias Lindner diyar ku Almanya girîngiyeke zêde dide pêwendiyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û dê piştgiya xwe ya ji bo wan bidomîne.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hêzên Almanyayê da ku di nava Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê de ne û ji bo piştgiriya wê spasiya Almayayê kir.

Nêçîrvan Barzanî û Tobias Lindner anî zimên, “Divê rewşa Êzidiyan were başkirin.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, “Dê bicihanîna Rêkeftina Şingalê gelek sûdê bigihîne pêvajoya vegera Êzidiyan û jinûveavakirina Şingalê.”

Li aliyê din, hilbijartinên Herêma Kurdistanê yek ji mijarên girîng ên vê hevdîtinê bû.

Barzanî ducare kir, ew bibiryar e ku hilbijartin di dema herî nêzîk de werin kirin.

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku dê tevî konferansê bibe û ew doh çû Munîhê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.

Nêçîrvan Barzanî îro bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî re hevdîtinên girîng kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de bi şandeyeke Amerîkayê ya bi pêşengiya Senator Don Sull, Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya Kurûbarên Parastinê Siemtje Moller û Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg re jî hevdîtin kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 261 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:16:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x