Rojnamevanekî Fransî li Ukraynayê hat kuştin

Li herêma Luhanskê ya Ukraynayê artêşa Rûsyayê wesayîta ku sivîlan derdixist armanc girt û rojnamevanekî Fransî yê li herêmê kar dikir hat kuştin.

31.05.2022, Sal - 06:17

Rojnamevanekî Fransî li Ukraynayê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li herêma Luhanskê ya Ukraynayê artêşa Rûsyayê wesayîta ku sivîlan derdixist armanc girt û rojnamevanekî Fransî yê li herêmê kar dikir hat kuştin. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî got ku rojnamevanê Fransî Frederic Leclerc-Imhoff dema li Ukraynayê erka xwe dikir hat kuştin.

Li gor zanyariyan wesayîta ku li Luhanskê sivîlan vediguhest ji aliyê Rûsyayê ve hat armancgirtin. Rojnameger Leclerc-Imhoff ê ku li herêmê derxistina sivîlan dişopand, di encama gulebarana leşkerên Rûsyayê de jiyana xwe ji dest da.

Parêzgarê Luhanskê Sergey Gayday di derbarê mijarê de daxuyanî da û tê de got “Wesayîta me ya zirîpoş dê ji herêmê 10 sivîlan werbigirta. Di dema veguhestinê de leşkerên Rûs êriş kir. Rojnamevanekî Fransî ji stûyê xwe brîndar bû û jiyana xwe ji dest da. Polîsekî jî bi saya kaskê xwe rizgar bû. em bi awayekî fermî veguhestinê radiwestînin.”

Li aliyê din Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî di derbarê heman mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir. Macron di daxuyaniyê de piştrast kir ku Leclerc-Imhoff dema li Ukraynayê dixebitî hatiye kuştin.

Macron dibêje “Frederic Leclerc-Imhoff ji bo ku rûyê rastîn ê şer nîşan bide li Ukraynayê bû. Di otobuseke alîkariyên mirovî de sivîlên ku neçar man ji bombebarana Rûsyayê birevin, bi giranî birîndar bû. Ez êşa malbat, xizm û hevrêyên wî parve dikim. Ez dixwazim careke din piştgiriya Fransa ya bê şert û merc ji bo kesên ku li herêmên şer peywira dijwar a ragihandinê pêk tînin, dubare bikim.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 557 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:05:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x