Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragehand, “Ew pêşengiya ku Serokê Amerîkayê ji bo agirbestê kiriye dibe sedema rawestandina kuştina Filistîniyan û vegeriyana wan ji bo deverên wan ên pêşiyê.”
Matthew Miller herwesa got, “Bila ev ji bo Filistîniyan û cîhanê jî ron be ku yekane berbesta di rêya bicihhatina aştiyê de li Xezzeyê Bizava Hemasê ye, wan berî çend rojan got ku wê pêşengiyê qebûl dikin û niha jî dema kiryarê ye.”
Navbirî eşkere jî kir, “Ew pêşengiya ku Serok Biden kiriye dibe sedema rawestandina kuştina rojane ya Filistîniyan û vegeriyana wan ji bo deverên wan, herwesa dibe sedema azadkirina wan revandiyên Israîlî ku ev zêdetirî 240 rojan e ji kesûkarên xwe dûr in.”
Bi rengekî ji rengan dibe sedema rawestandina êrîşên teroristî yên Hizbulaha Libnanî li ser sinorên Israîlê ku her roj tên kirin.