Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo qonaxa piştî nemana û astengên wê qonaxê DAIŞê Jan Kubis kir.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, “Di vê hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî spasî Serok Barzanî kir ji bo rexsandina derfeta hevdîtinê û ji bo serkeftinên hêzên Pêşmerge û têkşikandina terorîstan jî pîrozbahiyê li Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kir. Her wiha ji bo cejna newrozê pîrozbahiyên xwe bi Serok Barzanî ragihand.”
Di hevdîtinê de qonaxên operasyona azadkirina Mûsilê xistin ber behs û her du aliyan di derbarê qonaxa piştî DAIŞê û gefên wê qonaxê û rola pêkhatan û Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her wiha dabînkirina asayîş û çawayiya birêvebirina parêzgeha Nînowa bîr û ramanên xwe xistinrû û şanda mîhvan amadehiya rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya ji bo pêşkêşkirina hevkariyên li vî derbarî de derbirî.
Şanda mîhvan hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li operasyona azadkirina Mûsilê bilind nirxand û bi sedema serekiya serkeftinên operasyonê û berdewambûna wê hemahengiyê bi pêwîst dane zanîn.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û rewşa emnî û siyasiya navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.