Wezîrê Derve yê Siûdiyê serdana Îranê dike

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê Feysel Bin Ferhan dê roja Şemiyê 17ê Hezîranê piştî heft salan ji qutbûna peywendiyên dîplomatîk, serdana Îranê bike. Her du welatan di Adara îsal de bi navbeynkariya Çînê, peywendiyên xwe asayî kirin.

16.06.2023, Cum - 07:51

Wezîrê Derve yê Siûdiyê serdana Îranê dike
Nuçe Belav bike

Medyaya fermî ya Îranê roja Pêncşemê 15ê Hezîrana 2023an ragihand, Wezîrê Derve yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan dê roja 17ê Hezîranê serdana Îranê bike û bi berpirsên Îranî re hevdîtinan bike.

Piştî 7 salan ji qutbûna peywendiyên dîplomatîk ên navbera Îran û Siûdiyê, ev yekemîn serdana berpirsekî payebilin ê Siûdiyê bo Îranê ye.

Îran û Siûdiyê di 10ê Adara îsal de bi navbeynkariya Çînê rêkeftinek ji bo asayîkirina peywendiyên xwe yên dîplomatîk îmze kiribûn.

Heftiya bihorî jî Îranê Balyozxaneya xwe ya li Riyazê û Konsulxaneya xwe ya li Ceddeyê vekir.

Herwiha di medyayan de belav bûye, Erebistana Siûdiyê amadekariyên xwe kirine daku balyozxaneya xwe ya li Tehranê veke. Li gor zanyariyan, Erebistanê qata serî ya hotêlekê li Tehranê weke cihê demkî yê balyozxaneya xwe destnîşan kiriye.

Îran û Erebistana Siûdî di gelek nakokiyên Rojhilata Navîn de serokatiya du eniyên dijber dikin, di nav de li Yemenê ku Tehran piştgiriya Hûsiyan dike û Riyaz serkêşiya hevpeymaniyek berfireh dike ji bo piştgiriya hikûmeta Yemenê. Li Sûriyê, Lubnan û Iraqê jî her yek ji Tehran û Riyaz piştgiriya eniyekê dikin.

Pêvajoya qutbûna peywendiyên dîplomatîk ên di navbera her du welatan de

Di 2ê Çileya 2016an de li Erebîstana Siûdî 47 kes ku di nav wan de meleyê Şîe Nimr el-Nimr jî hebû, bi tawana “terorîzmê” hatin darvekirin.

Piştî daxuyaniyên rayedarên Îranê ku bertek nîşanî darvekirinan dan, Balyozxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Tehranê û avahiya konsulxaneya bajarê Meşhedê ji aliyê xwepêşanderên Îranî ve hatin şewitandin.

Piştî van êrîşan, Hikûmeta Erebîstana Siûdî di 3ê Çileyê de ragihandibû ku wan peywendiyên xwe yên dîplomatîk bi Îranê re qut kirine.

Piraniya welatên Kendavê û Erebî jî di Çileya 2016an de li pişt biryara Riyadê rawestiyan û ragihandin ku wan jî pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Îranê re qut kirine.

Ji nû ve destpêkirina peywendiyên Îranê û Erebistana Siûdiyê

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan û Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan 6ê Nîsanê li Pekîn a paytexta Çînê civiyan û li ser vekirina balyozxaneyên her du welatan, destpêkirina geştên esmanî û hêsankirina vîzeyê de li hev kirin.

Di daxuyaniya hevpar a ku piştî yekemîn civîna fermî ya di asta wezîrên derve de piştî 7 salan hat lidarxistin, hat diyarkirin ku “Her du welatan li ser berfirehkirina hevkariya di hemû waran de li hev kirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 386 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:14:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x