Damezrênerekî Partiya DEVAyê: Ji bo perwerdeya bi Kurdî em dê derfetên dewletê seferber bikin

Endamê Damezrêner ê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) û Endamê Lijneya Disîplînê ya Navendî Abdurrahîm Aksoy ragihand ku dema li Tirkiyê bên ser desthilatdariyê, ew dê ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê derfetên dewletê seferber bikin.

10.01.2023, Sal - 07:07

Damezrênerekî Partiya DEVAyê: Ji bo perwerdeya bi Kurdî em dê derfetên dewletê seferber bikin
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan li navenda partiya xwe bi amadebûn çend rêvebir û endamên partiyê danasîna Plana Çalakiya Perwerdehiyê ya partiya xwe ragihand.

Endamê Lijneya Disîplînê ya Navendî ya Partiya DEVA Abdurrahim Aksoy piştî ragihandina Plana Çalakiya Perwerdehiyê ji Rûdawê re axivî: “Em wek Partiya DEVAyê girîngiyê didin zimanan. Jixwe di bernameya me de heye. Di bernameya me de tê gotin ku her kes dikare zimanê xwe yê zikmakî bi kar bîne.”

“Divê Kurdî di perwerde û karûbarên dewletê de were bikaranîn”

Abdurrahim Aksoy amaje bi wê yekê kir ku ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê ew dê derfetên dewletê seferber bikin û wiha pê de çû: “Di vê xalê de dewlet ji bo kesên ku dixwazin zimanê xwe yê zikmakî bi kar bînin, dê derfetan bide pêş da ku zimanê xwe pêş bixin, di perwerdeyê de bikar bînin û heta di karûbarên hikûmetê de jî bikar bînin. Di bernameya me de jî heye, ji ber ku li Tirkiyê ji sedî 30 Kurd in. Ji bilî Tirkî zimanê ku herî zêde bikar tînin Kurdî ye. Em di wê baweriyê de ne ku divê Kurdî di perwerde û karên dewletê de jî bê bikaranîn. Eger em werin ser desthilatdariyê, em dê biguherînin ji ber ku ne adil e ku zimanê civakek ku ji sedî 30 bi Kurdî diaxive neyê qebûlkirin.”

“Di her warî de divê mamosteyên Kurdî bên amadekirin”

Aksoy teqez kir ku divê ji dibistana seretayî heta zanîngehê perwerdehiya bi zimanê dayikê bidome û got: “Bêguman perwerdehiya Kurdî li Tirkiyeyê ne xwediyê bingeheke xurt e. Ji ber vê yekê, pêwîstî bi hinek amadekariyan heye. Divê hûn pêşî ji dibistana seretayî dest pê bikin. Divê mamoste bên perwerdekirin. Divê ewil em ji dibistana seretayî dest pê bikin. Divê mamoste bên perwerdekirin. Divê di her warî de di warê zanist û fîzîkê de mamosteyên Kurdî bên amadekirin. Eger em werin ser desthilatdariyê em dê vê yekê ji bo gelê xwe pêk bînin. Pêşî em dê mamoste û akademîsyen perwerde bikin. Ev kesên ku amade ne dê piştî wê karibin li zanîngehê dersê bidin. Divê em hemû derfetên dewletê ji bo danîna wê bingehê bi kar bînin.”

“Mamoste nayên damezrandin”

Aksoy bal kişand li ser nedamezrandina mamosteyên Kurdî û got: “Li welatekî ku 30 milyon kes bi Kurdî diaxivin, destûra perwerdeya bi Kurdî heye, lê mamoste nayên damezrandin. Ev dê çawa bibe, zimanê Kurdî dê çawa bê fêrkirin? Bi vî awayî ew nayê fêrkirin! Ne rewşeke rast e, di vê de xapandin heye. Dibêjin me dersa bijarte qebûl kir, lê mamoste nayê damezrandin. Ji ber vê yekê ev xapandinek e. Înşallah dema ku em werin ser desthilatdariyê em dê wan hemûyan bi qasî hewcedariya wan mamosteyan perwerde bikin, em dê kadroyên wan diyar bikin û vê yekê li zanîngehê bidomînin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 269 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:26:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x