Ebadî: Me û Tirkiyeyê di meseleya Başîqayê de li hev kir

Televizyona Dewletê ya Iraqê ragihand ku Serowekzîrê Iraqê Heyder Ebadî yê bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim re civiyabû ragihand ku wan di meseleya kişandina leşkerên tirk ji Başîqayê de li hev kiriye.

07.01.2017, Cts - 14:46

Ebadî: Me û Tirkiyeyê di meseleya Başîqayê de li hev kir
Nuçe Belav bike

Televzyona Dewletê ya Iraqê ragihand ku Ebadî diyar kiriye ku wan û Tirkiyeyê li ser daxwaza Iraqê ya kişandina leşkerên tirk ji Başîqayê li hev kiriye.

Televziyonê ti agahî derbarê naveroka lihevkirinê de nedan. Hêjayî gotinê ye ku leşkerên Tirkiyeyê berî operasyona Mûsilê li Başîqayê bi cih bûbûn ta ku komên çekdar ên li wê derê perwerde bikin.

Ev demek e ku hikûmeta Iraqê ji Tirkiyeyê dixwaze ku leşkerên xwe ji wê derê bikişîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1515 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:03:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x