Sînan Ogan: Em ê piştgiriya Erdogan bikin

Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa ATAyê Sînan Ogan ragihand, di gera duyem a hilbijartina Serokomariya Tirkiyê de ew ê piştgiriya Recep Tayyip Erdogan bike.

23.05.2023, Sal - 07:40

Sînan Ogan: Em ê piştgiriya Erdogan bikin
Nuçe Belav bike

Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa ATAyê Sînan Ogan ragihand, di gera duyem a hilbijartina Serokomariya Tirkiyê de ew ê piştgiriya namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Cumhurê Recep Tayyip Erdogan bike.

Sînan Ogan duh Duşemê 22ê Gulana 2023yan li Enqerê civîneke çapemeniyê li dar xist û helwesta xwe ya derbarê gera duyem a hilbijartina Serokomariya Tirkiyê de eşkere kir.

Ogan got: “Di hilbijartina 28ê Gulanê ya gera duyem a serokomariyê de em ê piştgiriya namzedê Tifaqa Cumhur Recep Tayyip Erdogan bikin.”

Sînan Ogan beriya niha gotibû, asayî ye ku nêrîn û biryara wî û ya Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag ji hevdu cuda be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 562 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:42:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x