Sînan Ogan li ser gera duyem a hilbijartina serokkomariyê daxuyanî da

Berbijêrê serokomariyê yê Hevpaymaniya Atayê Sînan Ogan li ser encamdana gera duyem a hilbijartinên serokkomariyê got, “Herî pêş me pêvajoya hilbijartinê bi rê ve bir. Bi helwesta xwe rasterast me bandor li encamên hilbijartinê kir û guherand. Ji ber vê yekê em ê helwesta xwe bidomînin û di dema pêş de em ê ji bo berjewendiya gelê xwe biryarê bidin.”

15.05.2023, Pts - 07:36

Sînan Ogan li ser gera duyem a hilbijartina serokkomariyê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Berbijêrê serokomariyê yê Hevpaymaniya Atayê Sînan Ogan li otela ku encamên Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Xula 28emîn a Parlamenteriyê dişopand daxuyanî da çapemeniyê.

Ogan diyar kir ku hilbijartin ji gera duyem re maye û anî ziman, “Pîroz be li miletê me. Pêvajoyeke dijwar li benda me ye. Ez pîrozbahî û spasiyên xwe pêşkêşî her welatiyekî ku dengê xwe daye me û em gihandine vê xalê dikim. Me di şert û mercên dijwar de xebatên hilbijartinê meşandin û îro em gihîştine xaleke ku rasterast bandorê li encamên hilbijartinên Tirkiyê dike. Ez vê ji bo me wek serkeftinekê dibînim. Bi rastî dengê ku em li bendê bûn zêdetir bû. Lê şert û mercên hilbijartinê yên Tirkiyê tên zanîn, ez ê paşê nirxandina xwe li ser bikim.”

Ogan da zanîn ku ew ê di nava 1-2 rojan de bi serokên Hevpeymaniya Ata re hevdîtinekê bike.

Sînan Ogan got, “Ez ê bi kesên îmze dane me û bi rûspiyên me re hevdîtinan pêk bînim. Li gorî vê em ê encamekê diyar bikin. Li gorî rewşa vê encamê em ê nexşerêya xwe eşkere bikin. Piştî wê jî em ê di nava 14 rojên pêş de erka xwe pêk bînin. Ji ber vê yekê bila miletê me aram be, em tu carî rê nadin ku Tirkiye bikeve krîzê. Vê hilbijartinê nîşan da ku em di vê hilbijartinê de aliyê herî bi îstîqrar bûn. Herî pêş me pêvajoya hilbijartinê bi rê ve bir. Bi helwesta xwe rasterast me bandor li encamên hilbijartinê kir û guherand. Ji ber vê yekê em ê helwesta xwe bidomînin û di dema pêş de em ê ji bo berjewendiya gelê xwe biryarê bidin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 470 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:51:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x