Tirkiye penaberên sûriye dike hemwelatî

Piştî li Suriye şerê navxwe destpêkirî nêzikî 3 milyon hemwelatiyên Suriye hatine Tirkiye. Hinek ji wan ser Tirkiyere derabsî welatên Ewropa bûne. Lê piraniya mezin li Tirkiye sekinîne û bi awayek jiyana xwe ber dewam dikin. Gelek ji wan bûne beşek ji civata Tirkiye

24.02.2017, Cum - 18:45

  Tirkiye penaberên sûriye dike hemwelatî
Nuçe Belav bike

Piştî li Suriye şerê navxwe destpêkirî nêzikî 3 milyon hemwelatiyên Suriye hatine Tirkiye. Hinek ji wan ser Tirkiyere derabsî welatên Ewropa bûne. Lê piraniya mezin li Tirkiye sekinîne û bi awayek jiyana xwe ber dewam dikin. Gelek ji wan bûne beşek ji civata Tirkiye.

Heta niha Tirkiye mafê hemwelatiyê daye 10-15 hezar hemwelatiyên Suriye. Ji berî çend roja hukumetê biryar da ku dayina mafê hemwelatiyê ji bo penaberên Suriye hesanî bike û gava yekej zêdeyê 100 hezara bike hemwelatî.

Lê li ser vê gelek gotubêj hate kirin û hat gotin ku hukumet ji bo referandumê dixwaze penaberên Suriye bike hemwelatî da ku di referandumê de dengê xwe bidin AKPê û bêjin Erê.

Li ser vê yekê serokwezirê Tirkiye Binalî Yildirim da xûyakirin ku, heta 16ê Nisanê maumeleyên hemwelatiya penaberên Suriye bê sekinandin.

Cardin piştî referandumê prosesa hemwelatiya penaberan berdewam dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1420 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:35:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x