Yekemîn rûniştina tohmetbarên kuştina 5 welatiyên Duhokê îro bi rê ve diçe

Îro yekemîn rûniştina tohmetbarên kuştina 5 endamên du malbatên Duhokî li dadgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bi rê ve diçe.

27.07.2023, Per - 05:50

Yekemîn rûniştina tohmetbarên kuştina 5 welatiyên Duhokê îro bi rê ve diçe
Nuçe Belav bike

Şeva 19ê Çileya 2023ê li parêzgeha Mêrdînê li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê 5 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji parêzgeha Duhokê di êrîşeke çekdarî de hatibûn kuştin.

5 tohmetbarên bûyerên yên ji Bakurê Kurdistanê, piştî şeş mehan li ser derbasbûna bûyerê, îro demjimêr 09:30ê yekem rûniştina dadgehkirina wan tê encamdan.

Abdullah K, û Faris A tometbarên sereke ne, Îbrahîm D, Murat Y û Çîgdem B alîkariya wan kirine.

Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê vê êrîşê de dabû destpêkirin hatibû temamkirin.

Îdianameya lêpirsîna der barê bersûcên girtî Abdullah K, Faris A, Murat Y. û Îbrahîm D. hat amadekirin de ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ya 4emîn ve hatibû qebûlkirin.

Di îdianameyê de ji bo bersûcên girtî Abdullah K. Faris A. û Murat Y. ji ber tawanên "kuştina bizanebûn" û "talanê" cezayê hepsê yê heta hetayê û ji 11 salan heta 18 salan cezayê hepsê tê xwestin.

Herwiha ji bo Îbrahîm D. jî ji ber tawanê "çek û gule bêdestûr xistine welat û firotine" ji 5 salan heta 12 salan cezayê hepsê tê xwestin.

Herbî Celaledîn endamê yek ji malbatên qurbaniyan e ji Rûdawê got, ew dê îro beşdarî rûniştina dadgehê bibin û dixwazin ku dadgeha Mêrdînê mafê wan vegerîne û sizayeke tûnd bide tawanbaran.

Çi bibû

Şeva 19ê Çileya 2023an li ser rêya sereke ya di navbera Nisêbîn-Mêrdînê ji 2 malbatan 5 kesên ji parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê di otomobîlekê de hatibûn kuştin.

Ebdullah Salih Mistefa û Ehmed Celaledîn Îbrahîm ên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabûn li Duhokê du melayên naskiribûn.

Ebdullah Salih Mistefa bi hevjîna xwe Çîmen Şahîn Xalid û keça xwe Hindirîn Ebdullah Salih re diçûn serdana xizmên xwe yên li Samsûnê. Wahîde Heyder Casim li Amedê randevûya doktor hebû û bi kurê xwe mela Ehmed Celaleddîn Îbrahîm re ji bo dermankirinê çûbûn.

Piştî bûyerê lêkolîn hatibû destpêkirin û 5 kes hatibûn desteserkirin.

Roja 23ê Çileya 2023an gumanbar piştî temambûna karûbarên îfadeyê li dozgeriyê bo Dadgeha Mêrdînê hatine birin. Piştî ku li dadgehê îfadeyên wan hatin wergirtin, her pênc gumanbarên bi navên Faris A., Abdullah K., Ç,B. û Murat Y. û M.Ş. bi daxwaza girtinê bo Dadweriya Sulhê ya Cezayê hatin şandin.

Piştî îfadeyan dadwer derbarê Faris A., Abdullah K., Ç,B. û Murat Y. biryara girtinê da û kesê bi navê M.Ş jî bi mercê kontrola dadî hatibû berdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 246 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:42:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x