Lı Rojhılata Navîn Çi Didome? Gelo Kurd Jı Bo Guhertinek Mûhtemel Amade Ne?

10 Ağustos 2025 - 13:31
10 Ağustos 2025 - 13:31
 0
Lı Rojhılata Navîn Çi Didome? Gelo Kurd Jı Bo Guhertinek Mûhtemel Amade Ne?
Divê her Kurd li ser vê pirsê bifikire. Dewlet û siyasetmedarên wê yên ku li ser navê wê eqil dişopînin bi şev û roj li pişt perdeyê nîqaş dikin. Ka ev guhertin û veguhertin wê bixwere çi bîne. xetere û feydeyên wê yên muhtemel wê çibin. Xala ku li Rojhilata Navîn gihîştiye wê polîtîkayên nû û paradîgmayên nû, bi xwe re aniye. Kurdên Bakur ji vê pêşketina siyasî ya Rojhilata Navîn û cîhanê gelek haydarin. Lê nikarin bersivê bidin paşeroja xwe ya neteweyî ê civakî. Ji ber ku di bin çavdêriya rêxistineke totalîter a 40 salî û kulta rêberî serokayî dengê wan dernayê. Ji ber ku beşa rêxistinkirî ya herî siyasî û dînamîk a Kurdên Bakur bi Öcalan, ku berê bi navê PKK dihat nasîn. Ocalan niha di nav tevliheviyek mezin de ye ji ber ku wî mafên neteweyî yên Kurda daxistiye asta takekesî û hemwelatîbûnê. peymanên wî yên dawî yên girtî û veşartî yên bi dewleta Tirk re. Ew di şokê de ne. Partî û pêkhatîyên siyasî yên Kurd, ku îddia dikin ku li dijî Ocalan'ın belê ev ne rastin. Ew hê jî li gotin û astengê xwe yên şerê sar bernedane. Ev kes, Ocalan wekî hevrikê çavnebariya kesane dibînin. Ji bo wî di nav xirecirekê de ne.
Civaka Tirk her tim haya wan ji rêveçûna cîhanê û herêmê tune ye, ji ber ku di bin bandora tezên fermî yên monîzm û înkarkirinê de, ku sed sal in ew jehrî kirine û li ser derewan hatine damezrandin, di halusînasyonan de dijîn. Piraniya beşa civaka Tirk (Tirkên Muhafezekar) derew û dezenformasyona medyaya di bin kontrola hikûmetê de di hişê xwe de xera kirine; Dema ku ew bi têgihîştina "cîhan heyranê me ye, hinek ji wan jî dijminên me ne" Ev dezenformasyon, feqîrî û belengazîyawan tûne dike û pê kêfxweş dibin. Li alîdin, bi ser navê muxalefetê di medyaya xwe de "Kurd li Sûriyê bi cih dibin û hikûmetê dixwazin bikin destêxwe. Hikûmat jî bi eşkere vê yekê teşwîq dike û danûstandin bi serê terorîstan, mil bi emperyalîst û sîyonîstan re, ji bo têkbirina dewleta me ya neteweyî tên kirin." Tirkê spî yên laîk û sekuler hewl didin wan jibo neyartîya Kurda xurt bikin.
Di vê navberê de Gelê Kurdê Rojava bi têkoşînek qehreman, keç û xortê Kurd çetayên hov DAIŞ, El-Nusra-HTŞ û çetayên bi destê dewleta Tirk ÖSO-MSO yên talanker û tecawizkar de berdêlek giran dan. Dijminatiya dewleta Tirk bi Îsraîl re fortû virin. Ji İsrail're dibêjin; "Piştgiriya Kurda rawestînin, emê ewlekarîya ku hûn dixwazin bidin we" û lobiyên dîplomatîk ên cidî jî niha berdewam tê kirin. Dewleta Tirk, jibo rêxistina terorê ya hov HAMAS'e peymana "Pêwîste HAMAS çekan deyne" imzekî fermî da. Mîna li Misrê. Wek di mesela Mihemed Mursî, serokê Birayên Misilman de. Armancawan hemûyan jibo Kurd nebin xwedî statu ye. Siyaseta dewletan wuha ye. Hevaltî û dijminatiya dewletan heta wê astê ku berjewendî li hev dikevin an jî lihev tên.
Hemû Kurdên cîhanê û hevwelatiyên wan, ên ku li Rojava berdêlekî giran didin, divê bi her hawayî bên parastin. Divê di her warî de piştgiriyê bidin wan. Eger li Sûrî lihevkirinek hebe, pêwîstî ev dewleta nu demokratîk û destûreke azadîxwazbe. Pêwîste maf û azadiyên hemû civak û gelên etnîkî û bawerî li Sûrî bikeve bandora garantîyek. Divê navê dewleta nû ya Sûrî ne "Komara Erebî ya Sûrî'be. WEw gav ferqa wî û dîktatoriya xwînrêj a Esed namîne. Ger wûha çêbibe, wê "heman tas û heman serşok be". Kurd, avakirina dewleta nû a Sûrî, tê de hemû cudahî di bin avahiyek ne navendî de jiyanaxwe bimeşînin. , dikare vê yekê bike erdnîgariya aştiyê. Daxwaza niha ku li ser kurdan tê kirin, "Çekên xwe bavêjin û werin ji dewleta navendra leşkeriyê bikin" Ev daxwaz, daxwaza çareserîyê nîne. Helwesta herî baş, Kurda li Qamişlo û Hesekê di çarçoveya biryarên ku di her du kongreyê neteweyî de hat aşkere kirin Divê hemû Kurd li piş wan biryara rêz bigirin.

Ev nûçe toplam 792 kişi tarafından görüldü.
Son güncellenme: 01:02:12