Biranina şehadata Barzaniyé Nemir

Mistefa Barzanî nasekine, di wan salan de li Kurdistan\'a Rojhelat bizavek xurt û bi hêz heye. Bi tevê deh hezar Pêşmergeyan di sala 1945 an da diçê Mahabadê û li cem Pêşewa Qadî Mihemedê nemir cih digrê û beşdarî damezrandina Komara Kurdistan li Mahabadê dibê û weke wezîrê cengê tê dest nîşankirin.

05.03.2015, Per - 07:46

Biranina şehadata Barzaniyé Nemir
Haberi Paylaş
Sala 1979 serokê nemir general Mele Mistafa Barzanî rojeke weke îro li Emerîkayê bi nexweşîye xwe çû ser dilovanîye xwedê û xatir ji milletê Kurd xwest.

Wek her serokek, wek her lehengek dîrokî ê gelan Mistefa Barzanî jî di dilê gelê Kurd herdem zindû ye, di ramanê Kurdan de wek manîfestoyek rêya wan ronî dike.

Serokê nemir General Mele Mistafa Barzanî di sala 1931 de li hember dagirkerên Iraqî de bi çalakiyê xweyê li hember dijmin ji bo destxistine mafên Miletê Kurd şerê dijwar dide û her tim Barzanîyê nemir di çeperê şoreşêde di rêza pêşînde ala qaremaniyê bilind kiriye.Tekoşîn û xebata xwe ya rêxistinî geh di nav gundiyên Kurd eger çi di nav xwendevan û rewşenbîrên Kurdistanê da bi zanistî û şêwazek demoqratî bi awayek sereqet meşandîye. Xebatên Mistefa Barzanî di demek kurt de encam dide. Di sala 1943 ‘an meşa li dij qolonyalîzmê li Barzan destpê dike, di 1945\'an da digehêje asta şoreşek gelemperî.

Mistefa Barzanî nasekine, di wan salan de li Kurdistan\'a Rojhelat bizavek xurt û bi hêz heye. Bi tevê deh hezar Pêşmergeyan di sala 1945 an da diçê Mahabadê û li cem Pêşewa Qadî Mihemedê nemir cih digrê û beşdarî damezrandina Komara Kurdistan li Mahabadê dibê û weke wezîrê cengê tê dest nîşankirin.

Piştî têkçûyîne Komara Kurdistan li Mahabadê, Barzanîyê nemir di nava şerekî dijwarda bi pêşmergeyê xwe û di nav sê tixûbê dorpêç kirî ve derbasî Sovyetistanê dibe.

General Mele Mistefa Barzanîyê nemir di sala 1958 di vegerê Başûrê Kurdistanê, li hember rejima Iraqê şerê xwe berdewam kir weke şoreşe 11 Îlon ê 1961 bi destxistine muxtariyetê. Di Adar a sala 1970 ê bi bidestxistina \"hukmê zatî\" şerê çekdarî radiwestîn e. Sala 1973 Rejima Sowyetistanê piştevaniya Be\'siyan (Baas Partisi) dike,1975 an de bi Peymana Cezayirê li Başûrê Kurdistanê Tevgera Kurd û şoreş dikevê tengasîyê de. Êdi salên bi êş û azar destpê dikin Barzanîyê nemir ji ber nexweşîye xwe derbasî Emerîkayê dibe û diçê ser dilovanîye xwedê.

Bi hezaran rûpelên nivîsî têra pesindana şoreş û qehremanî û rê û rêbaza Barzanîyê nemir nakin.

Lê bi kurtayî em dikarin wek xal xebatê General Mele Mistafa Barzanî û Partî Demokrat a Kurdistan û rêbaza Barzanîyê nemir wiha nîşandin.

-Barzanîyê nemir û rêbaza wî ya sîyasî û qaremaniye şoreşê di dîrokê de, xwe berdana nav reh û rîşalên gelê kurd,

-Di hişmendîya dîrokî ya gelê Kurd de nirxên dîrokî pêk anîne,

-Di her qonaxê de ji bo berpirsyariyên nû, xwe paşde nedane,

-Ji bo encamên gavên avêtine tu carî dudilî nebûne, ji bo berjewendîyên gelê Kurd her tim refleksên sîyasî nişan dane,

-Di asoya dîrok û erdnigarîya xwe de,meşa wan bi biryara,

-Her tim bawerîye xwe bi dînamîkên gele Kurd û Kurdistanê anîne,

-Hem li hundir hem li derve hertim rûmeta xwe û ya gelê Kurd parastine,

-Mewzîyên xwe yên sîyasî bi hînceta pragmatîzmê neterikandine, mewzîyên -xwe her tim zexm kirine û parastine,

-Bi fikir û raman desthilatdariyeke teqez erdnîgariya xwe her tim parastine.

Bi bawerîye rêbaza Barzanîyê nemir em 36. salvegere şehadete Serokê Miletê Kurd Mele Mistafa Barzanîyê nemir bi rêzgirtin bîrtinin. Hezar baxê gûl û nergize li ser gore tebin.

01-03-2015

İNSİYATİFA YEKİTİYA PARTİ DEMOQRAT A KURDİSTAN

BAKURÊ/KURDİSTAN

Nerina Azad
Bu haber toplam: 2069 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:03:00:19
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x