Ji Bo Sekreterê Yekitiya Netewan Birêz Sekreterê Hêja Ban Kim-moon

Wek hûn jî agahdar in; ev nêzîkî salekê ye ku rêxistina terorîst DAIŞ, êrîşî Başûrê Kurdistana Federal (Iraqê) dike û ev erîş hîn jî berdewam e. Rêxistina terorîst a DAIŞê, di roja 03.08.2014’an de êrîşî herêma Şingalê kir û wek hûn jî agadar in Kurdên Êzîdî rastî komkujîyeke mezin hatin.\n

29.05.2015, Cum - 21:15

Ji Bo Sekreterê Yekitiya  Netewan Birêz Sekreterê  Hêja Ban Kim-moon
Haberi Paylaş
Ji diyaspora Kurd daxwaz ji Yekîtiya Miletan: Êrîssa hovane ya li ser Êzdiyan wek jenosîd bipejirînin!

Ji Bo Sekreterê Yekitiya Netewan

Birêz Sekreterê Hêja Ban Kim-moon

Wek hûn jî agahdar in; ev nêzîkî salekê ye ku rêxistina terorîst DAIŞ, êrîşî Başûrê Kurdistana Federal (Iraqê) dike û ev erîş hîn jî berdewam e.

Rêxistina terorîst a DAIŞê, di roja 03.08.2014’an de êrîşî herêma Şingalê kir û wek hûn jî agadar in Kurdên Êzîdî rastî komkujîyeke mezin hatin.

Piştî êrîşa DAIŞê, bi hezaran Kurd hatin qetil kirin û gelek kes hatin serjê kirin.

Bi sedhezaran ji bo canê xwe xelas bikin, mal û milkê xwe berdan û koçber bûn.

Zêdeyî 100.000 kes xwe li Çîyayê Şingalê girtin û zêdeyî heftîyekê, di kele kele germa havînê de bê nan û av man.

Di vê êrîşa hovane da li çiyê asê bûn û nikarîbûn li serê çîyê bêne xwarê.

Ji ber ku çiya bi alîyê hovên DAIŞ’ê ve hatibû dorpêç kirin.

Heta ku riyek/korîdorek hat vekirin, bi sedan zarok, pîrejin, kalemêr û kesên nexweş ji ber tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan.

Êrîşa ku bi destê DAIŞê li Şingalê pêkhat, trajedî û komkujîyeke mezin a însanî bû li dijî gelê Kurd.

Tenê li gundê Koço/Kocho 1800 Kurdên Êzîdî dijiyan. Gava ku DAIŞ hat gund, du rê dan ber Kurdên Êzîdî: Divê yan bibin misilman, yan jî divê bêne kuştin!

Dema ku Êzîdîyan şert û daxwazên wan qebûl nekirin, DAIŞê zêdeyî 600 mêrên gund qetil kirin û bi sedan jin, zarok, kalemêr û pîrejin jî revandin, li gel xwe birin.

Di heman demê de DAIŞê êrîş bir li ser herêma Kurdên Êzîdî li Başîka û Bahzanê jî û gelekî nêzîkî Musilê ne.

Li wir jî bi dehhezaran Kurdên Êzîdî dest ji mal û milkên xwe berdan û koçber bûn.

DAIŞê, li Şingalê li ber çavên jin û zarokan mêrên Kurd gulebaran kirin an jî serjê kirin.

Bi hezaran zarok, keç, jin û kalemêrên Êzîdî, dîl (hêsîr) girtin û revandin.

Keç û jinên Kurdên Êzîdî, ji xwe re wek koleyên seksê bikar anîn û di bazar û sûkên koleyan da li Iraq û Sûrîyê firotin dewlemendên Ereb û welatên Xelîcê.

Berîya ku DAIŞ, êrîşî Şingalê bikê, li gor texmînan şênîyên (nifûsa) Şingalê, di ser 450.000 kesî re bû.

Îro tenê derdora 10.000 kes li serê Çîyayê Şingalê mane û li wir jîyana xwe di bin çadir û konan da derbas dikin.

Bi sedhezaran jî li Başûrê Kurdistanê, 10.000 li Rojavayê Kurdistanê û zêdeyî 20.000 Kurdên Êzîdî derbasî Bakurê Kurdistanê bûne û li wir gund û kampan de dimînin û jîyanek pir dijwar da dijîn.

Li gor hejmarên ku li ber destan e, DAIŞê 5000 Kurdên Êzîdî, ku piranîyên wan keç û jin bûn, revandin.

Heta niha 1628 kes hatine rizgar kirin an jî bi riya nas û dostan ji DAIŞê wekî dîl (kole) hatine kirîn.

Ji van 552 zarok, 765 jin û 311 mêr bûn. Di van demên dawî de li devera Telaferê jî hinek hatin rizgar kirin, lê berîya çend rojan xeber hat ku DAIŞê zêdeyî 500 mêrên Kurdên Êzîdî, ên di destên wan de li hev kom kirine û dixwazin wana jî bikujin. Îhtîmaleke mezin e ku ew jî niha hatibin qetlikirin.

Li hêla din jî DAIŞ, bi sedan zarokên Kurd bi zorê kirine misilman û mêjîyê wan şûştine û wan wek cihadîst ji bo şerên xwe ên pêşerojê amade dikin.

Eva jî bi serê xwe xetereke gelekî mezin e ji bo pêşeroja hemû cîhanê.

Wek ku tê zanîn, rewş gelekî xerab e û xetereke mezin li ser jiyana Kurdên Êzîdî û bîr û bawerîyên wan yên olî û dînî heye.

Ji ber ku Kurdên Êzîdî ne misilman in, ewana herdem di çavên Îslamîyên radîkal û fanatîk de wek kesên kafir neyar û dijmin tên hesibandin û dibine armancên êrîşan.

Heta vê gavê jî tevayî herêma Şingalê nehatîye rizgar kirin û Êzîdî hîn jî ji ber tirsa DAIŞê newêrin vegerin herêmên rizgarkirî.

Erebên ku li herêmê dijîn malên Kurdan talan û wêran kirine û ne mal û ne jî xanî mane.

Di hemî waran de pêwistî bi alîkarîyeka mezin a navnetewî heye ji bo Kurdên Êzîdî. Îro bi sedan zarok sêwî, bê dê û bav mane û ji ber ku gelek tirs û kuştin bi çavên xwe dîtine, derûnî û nefsîya wan/psîkolojîya wan têk çûye û di zûtirîn wext de pêwîstîya wan bi alîkarîyê heye.

Her weha bi hezaran keç û jin hene ku DAIŞê destdirêjîya wan kiriye an jî kuştina keç, kur, bav, bira, mêr û mirovên xwe bi çavên xwe dîtine.

Ew hemî jî alîyê derûn, nefsî ango pskolojîyê da serûbinî bûne û pêwîstîya van bi alîkarî û piştgirîyeka bi lez heye!...

Em, weki rêxistin û komelên ku navên wan li jêr hatine nivîsandin, bang li Yêkîtîya Netewan (YN) dikin ku li Kurdên Êzîdî xwedî derkevin û wan biparêzin.

Ji bo vê yekê jî em daxwaz ji Yekîtîya Netewan dikin:

- Jenosîd û komkujîyên Kurdên Êzîdî li Şingal’ê qebûl bikin!

- Alîkariya koçberan bikin da ku ew vegerin li ser cîh û warên xwe!

- Ji bo wan bingeheke aramî bê ava kirin da ku Kurdên Êzîdî ji êrişa îslamîyên radîkal bêne parastin û her waha zextê li ser dewletên misilman û Ereb bê danîn da ku keç û jinên Kurdên Êzîdî yên di destên DAIŞê de ne, bêne rizgar kirin.

Rexistinên ku imza Kirinê:

Yekitiya Komelên Kurdistan-KOMKAR /Elmanya

Senterê Kultura Kurdi li Elmanya SKK-Elmanya,

Komelê Mala Êzdiyan li Oldenburg /Elmanya

Federasyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD)

Yekîtiya Jinên Kurdistan-KOMJIN /Elmanya

Komela Kurd li Helsingborg-Swêd,

Yekîtiya Ciwan û Zarokên Kurdistan-KOMCIWAN /Elmanya

Komela Pişgiriya Kurdên Rojava-Frankfurt/Elmanya

Komela Kultura Kurdistan-Karlsruhe /Elmanya

Komela Kaniya Sipî li Helsingborg/Swêd

Komela Kurd Mîdya li Helsingborg/Swêd

Bingeha Lalish li Helsingborg/Swêd

Komela Kaniya Sipî li Bielefeld/Elmanya

Komela Kultûrî a Êzdiyan li Danîmark

Komela Êzdîyan Al Zaytun li Lund/Swêd

Nerina Azad
Bu haber toplam: 2694 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:23:07:47
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x