PDK-T: Amacımız Kuzey Kürdistan’da Kürdistani Blok oluşturmak

Kürdistan Demokrat Parti –Türkiye sözcüsü Rojhat Amedi genel gündem, partilerinin siyasal etkinlikleri ve Kuzey Kürdistan’da Kürt sorununun çözümü konusundaki parti görüşü ile ilgili BasNuçe’ye söyleşi verdi.

16.05.2016, Pts - 12:54

PDK-T: Amacımız Kuzey Kürdistan’da Kürdistani Blok oluşturmak
Haberi Paylaş

Kuzey Kürdistan’da Kürt sorununun çözümü konusundaki siyasetin tıkandığını, çözüm arayışlarının sonuçsuz kaldığını dile getiren Rojhat Amedi, HDP ile PKK’nin Kürt sorununun çözümü hususunda tek alternatif ve sorumlu olarak kendilerini gördüklerini, alternatif oluşumlara imkan tanımadıklarını vurguladı.

AKP’nin, iktidarda bulunduğu süre içinde çözüme yönelik adımlar attığını hatırlatan Amedi, ancak son süreçte bu adımların kesintiye uğradığını vurguladı.

Son dönemde Kürt sorununun çözümünde rol oynayabilecek alternatif oluşumların Kuzey Kürdistan siyasal sahnesine adım attıklarını dile getiren Amedi bu parti ve oluşumların birlikte mücadele yürütmeleri için birlik olmalarını PDK-T olarak kendilerine amaç edindiğini vurguluyor.

Kuzey Kürdistan’daki savaşı PKK’nin yürüttüğünü, bu savaşta Türk Devleti’nin de sorumluluğunun bulunduğuna dikkat çeken Rojhat Amedi, Devletin Kürt sorununa hatalı yaklaşımının PKK’nin şiddetinin artmasına olanak tanıdığına vurguda bulunuyor.

Türkiye’nin İran, Irak ve Suriye gibi olmadığını, siyasal zeminlerde sorunların çözüm yolunun bulunabileceğini dile getiren Amedi, PKK’nin bu yolu benimsemediğini ve HDP’nin ise iradesini Kandil’e teslim ettiğini ifade ediyor.

Amaçlarının Kuzey Kürdistan partileri arasında birlik, dayanışma ve işbirliğine dayalı bir siyasal blok oluşturmak olduğunu dile getiren Amedi, Kuzey Kürdistan’da partilerinin ve Barzani potansiyelinin PKK ve HDP’den düşük olmadığını vurguluyor.

Önümüzdeki süreçte siyasal ve örgütsel çalışmalarını genişleteceklerini, etkinliklerin PDK-T çatısı altında gerçekleşeceğini belirten Amedi, Kuzey Kürdistan partileri arasında blok oluşturmayı başardıklarında bu durumun Kandil ile Ankara’nın da kendilerine çekidüzen vermesini sağlayacağını öngörüyor.

Rojhat Amedi’nin açıklamalarının orijinal Kürtçe metni şu şekilde:

Ev e salek e ku proseya aştiyê ya li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê cihê xwe ji şer û pevçûnên dijwar û gotinên tund ên dijberiyê re hiştiye. Bi gotina berpirsên hikûmeta AKP’ê dosyeya çareseriyê rakirine refikê û sedema vê jî hebûna çekên PKK’ê ye. Ji aliyê din ve PKK û HDP dibêjin ku wan mêza danûstandinan neqelibandiye û hikûmet di mijara çareseriyê de dilsoz nebûye. Di demên dawî de ji bo ev dosya ji refikê carek din vegere ser mêzê daxwazî hene ku aliyên sêyem bibin navbeynkar û proseyek nû destpê bike. Partiyên kurdî li Bakûrê Kurdistanê rexne ji wê yekê digrin ku danûstandinên dema berî li pişt perdeyan bûye û hemû aliyên din ên mûxatap jî himêz nekiriye. Yek ji wan partiyan jî Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê (PDKT) ye ku dibêje ji bo ev xetimandina di siyasetê de bê derbaskirin, divê hemû alî di nav de bin.

Nûnerê PDKT li Başûrê Kurdistanê Rojhat Amedî, derbarê geşedanên rojevê, siyaseta partiya wan û xebatên wan ên ji bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê ji bo BasNûçe’yê axivî.

Rojhat Amedî diyar kir ku li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê mijara pirsa kurd de siyaset hatiye xetimandin û çareseriyek jê re nayê dîtin û got: “Ji aliyê kurdan ve HDP û PKK bûne monopol, bûne weke berpirsê çareseriya pirsa kurd. Tenê ew xwe alternatîf dibînin. Di deh salên desthiladariya AK Partî de, vê partiyê xwest di çareseriya pirsa kurdî de hindek gavan biavêjin û guhertinan bikin, hindek gav jî hatin avêtin lê mixabin em encama dawî ya wan gavan nabînin. Bêguman sedemên vî hene. Yek ji vê sedemê jî ew e ku ji derveyî HDP’ê û PKK’ê mûxatebak din nehat dîtin ku ev jî xeletiyek bû. Ya din jî, tiştên di 80 salan de bûne girêkên kor, zû bi zû nayên çareserkirin. Ev yek baş nehat hesibandin, lewma jî siyaset hatiye xetimandin.“

‘Me karî em yekîtiya xwe ava bikin’

Amedî amaje bi wê yekê kir ku heta niha partî û rêxistinên din ên kurdî ne di wê astê de bûn ku cihê xwe di nava vê proseya aştiyê de bigrin lê di van çend salên dawî de li Bakûrê Kurdistanê hindek alternatîfên nû derketine û ji bo ew jî bikarin di nava çareseriya pirsa kurd de cîh bigrin roj bi roj ew jî bihêztir dibin. Rojhat Amedî axaftinên xwe wiha berdewam kir: “Yek ji wan jî Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê ye. PDKT yek ji partiya herî kevn a kurd e li Bakûrê Kurdistanê, di sala 1965’ê de hatiye damezrandin. Niha em dibînin ku dem hatiye em jî weke partî di proseyê de rol bigrin. Jiber vê jî hewce dibînin ku rewşa partiya xwe liber çav bigrin. Perçebûna di nava partî û komên li jêr navê Partiya Demokrata Kurdistanê, pirsgirêkek mezin bû. Divêya ku ev perçebûn nemîne. Di çend mehên dawî de me ji bo vê yekê kar kir. Li Bakûrê Kurdistanê çend partî û rêxistin hebûn bi navê Partiya Demokrata Kurdistanê ku xwedan heman armanc û rêbazî bûn. Du partiyên me yên legal û yasayî hebûn. Yek ji wan Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê û KADEP ji aliyê xweda jê razî Şerefettîn Elçî ve hatibû damezrandin. Dema ew partî hate damezrandin navê kurd û Kurdistanê li Tirkiyê hê jî tabû bû. Ji bilî van herdu partiyan, du partiyên din ên ne fermî hebûn ku ji xwe re digotin Partiya Demokrata Kurdistana Bakûr. Herwiha hindek kom hebûn ku wan jî hewldidan partiyek ava be û cûdabûn di vî rêbazî de tune be. Mixabin demek dirêj ev kom û partî bi vî awayî, perçe perçe man. Me ji bo xwe kire armanc ku em hemûyan nêzîkê hev bikin û di bin banekê de yek bikin. Dibe ku me nekarîbe armanca xwe ji sedî sed bicîh bînin. Dikarim bêjim ku me karî ji sedî 80’ê vê potansiyelê yan jî van grup û partiyên li ser rêbaza Barzanî bînin gelhev û yekîtiya xwe di bin banê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê pêk bînin. Ev partî beriya 2 salan bi awayek fermî jî hate damezrandin. PDKT jî wê bi xebat û coşek nû wê çareseriyên nû peyda bike û di nava proseya çareseriya pirsa kurd de cihê xwe bigre.”

‘Şerê li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê ne ya eniya kurd e’

Nûnerê PDKT li Başûrê Kurdistanê Rojhat Amedî diyar kir ku ew ne di wê baweriyê de ne ku di vê serdemê de ji bo çareseriya pirsa kurd li Bakûrê Kurdistanê çek an jî şer weke rêbazek bê bikaranîn û wiha axivî: “Ev yek ne tenê hizra me ye, ji bilî PKK’ê hemû partî û aliyên din jî xwedan heman bîr û baweriyê ne. Şerê tê kirin PKK dimeşîne, bêguman di vir de xeletiyên dewleta Tirkiyê jî hene. Nêzîkbûna wan a pirsa kurd, ne rast û durust e. Ev yek jî rê dide ku PKK zêdetir tundûtîjî bikar bîne. Ti feydeyek vî şerî nîne. Vaye em dibînin; Li Tirkiyê derfet heye ku mirov bikare li ser çareseriya pirsa kurd biaxive û gotûbêjê bike. Tirkiye ne weke Îran, Iraq û Sûriyê ye û herwiha rê heye ku mirov di çarçoveyek siyasî de pirsa kurd gotûbêj bike û rêyên çareseriyê bibîne. Lê PKK vê yekê nabîne, jixwe HDP jî bi îradeya xwe tevnagere û Qendîl bergeha wan diyar dike. Mixabin ku ji Qendîlê jî tê xwestin ku şerek wiha bimeşîne. Ev şer ne şerê eniya kurd e ku li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê tê meşandin. Lewma jî serkeftina vî şerî nîne. Ji aliyê din ve; madem tu rêveberiyek demokratîk û xweser bo xwe dikî armanc, wê demê şer bê wate ye. Diyar e ku ew bixwe jî nizanin ev şer ji bo çi ye? Encama şerê salekê de jî derdikeve ku, armanca PKK’ê têkdana hikûmeta AK Partî ye. Weke kurd nabe ku armanca me bibe têkdana hikûmetê. Divê armanc ew be ku em bikarin siyasetê bikin da ku mafên gelê kurd li Tirkiyê bên garantîkirin. Ev jî bi şerê çekdarî nabe. Projeyên me yên çareseriyê jî hene. Em dibêjin divê projeya çereseriyê li ser hîmê diyalog û danûstandinên şefaf û paqij bên peyrewkirin. Weke partiyek siyasî me ev yek ji zû de kiriye armanc. Weke partî jî ji roja hatiye damezrandin ve PDKT xwe ji şerê çekdarî dûrxistiye. Weke me got; him helwesta PKK’ê û him jî ya dewleta Tirkiyê bûn sedem ku projeyên partiyên din nekevin pratîkê. Lê êdî ev helwest nikarin bibin rêgir li hember derketina alternatîfan. Êdî ti dewra van nêzîkbûnan nemaye. Lewma jî ez bawer dikim ku emê bikarin di paşerojê de konsept û projeyên xwe di çarçoveya siyasî de pêk bînin.”

‘Em hewldidin bloka kurdî saz bikin’

Amedî balkêşa ser giringiya yekîtiya partiyên kurdî û got: “Divê hemû partî, kom û rêxistinên Bakûrê Kurdistanê yên daxwaza serxistina doza kurd dikin, bi hev re tevbigerin. Çawa ku me di nava xwe de yekîtiyek ava kir, heman awayî em hewl didin di nava hemû partî û komên siyasî yên kurdan de jî blokek kurdî çêbibe. Bêyî sazkirina bloka kurdî ti konsept an jî proje nikarin serkeftî bibin. Em di hay û zanebûna vê de ne. Ji bilî armanca pêkanîna yekîtiya partiya xwe, me armanca pêkanîna bloka kurdî jî daniye pêş xwe û di vê qadê de jî me gav avêtine. Ez bawer dikim ku emê bikarin di hilbijartinên pêş de encamek baş bidest bixin. Ji aliyê din ve dema em vî karî dikin, em naxwazin kar û bar û xebatên HDP’ê jî pûç bikin. Anku em karê xwe li ser hîmê dijminahî yan jî pûçkirina partî û rêxistinek din rê naxin. Çawa ku em hewldidin, weke mûxatab pirsa kurd di çarçoveya diyalog û danûstandinan ligel dewleta Tirkiyê çareser bikin, heman awayî em amadene li gel PKK û HDP’ê jî danûstandinan bikin. Em bawer dikin ku wê di vê pêvajoyê de PKK û HDP jî rewşa xwe liber çavan re derbas bikin û ew jî wê naçar bimînin ku ligel partî û rêxistinên li derveyî xwe re jî diyalogê bikin. Bingehê çareserkirina pirsa kurd avakirina bloka kurd e. Bêyî avakirina bloka kurdî ti konsept û proje jî nikarin bijiyanî bibin.

Qet şik û gumanên me nînin ku li Bakûrê Kurdistanê potansiyela partiya me û ya rêbaza Barzanî, ji ya PKK’ê û HDP’ê zêdetir nebe, kêmtir jî nîne. Jiber em ne di qada xebatê de ne, gelek dengdêrên me dengên xwe yan didin HDP’ê û yan jî didin AK Partî. Alîgirên me heta niha wesa bawer dikirin ku wê HDP bikare rolek baş bilîze, lewma deng didan. Lê heta nika HDP’ê nekarî bi îradeya xwe tevbigere. Jiber ji niha û pêve emê raste rast di qada xebatê de bin, emê vê potansiyelê himêz bikin. Ev potansiyelek gelek bi hêz e.”

‘Emê sazî û rêxistinên xwe berfereh bikin’

Rojhat Amedî da zanîn ku ji bo di heyama pêş de ew jî di nava qada siyasetê de rolek çalak bigrin kar û xebatan dikin û wiha pêde çû:

“Bêguman di heyama pêş de emê kar û xebatên xwe bikin lê ev kar û xebat tenê ne di çarçoveya PDKT de bimîne. Plan heye ku em rêxistinên gencan û jinan ava bikin, saziyên çandî û kulturî vebikin, dezgehên yekîtiya jinan û yekîtiya warên din damezrînin. Bi kurtî emê hewla rêxistinkirina hemû beşên civakê bidin. Niha pêwîst nake em bi zelalî behsa van tiştan bikin lê dikarim bêjim ku me dest bi vê planê kiriye. Di çarçoveya armanca ku me daniye pêş xwe, hindek gav jî hatine avêtin.”

‘Wê xebata me bandorê li Qendîlê û Tirkiyê jî bike’

Amedî got ku weke partî vê gavê armanca wan a sereke ew e ku nav mala xwe sererast bikin û yekîtiya xwe çêbikin û wiha axivî: “Weke PDKT em dikarin bêjin ku me nav mala xwe heta astekê rêkûpêk jî kiriye. Niha gav û erkê sereke ew e ku divê demek ji ya din zûtir ev şer raweste. Berdêl çi dibe bila bibe, divê çek bêdeng bibin. Me ev şer nedaye destpêkirin, lewma jî em bi tenê nikarin bidin rawestandin. Gava me karî em bloka kurdî bihêz bikin û di vê qonaxê de serkeftî bin, hingî ew ê karîgerî li ser siyaseta Qendîlê, HDP’ê û siyaseta dewletê jî bike, wê naçar bin rewşa xwe jî binerin û li xwe vegerin. Ez bawer dikim ku wê xebata me jî bandorê li wan bike û bibe sedema guhertina vê rewşê.”

Nerina Azad
Bu haber toplam: 7892 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:09:06:55
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x