Ev ne cara ewil e ku Kurdên Êzdî bi komkujiyan (jenosidan) re rûbirû dimîn in.
Quran xwe yekane pirtûka Xwedê ya rasteqîn dibîne. “Teroristên cîhadist” cîhadê li ser navê Îslamê wek navgîneke şer û kuştinê li dijî kêmarên bê kitêb bikartîn in. Quran hem pirtûka ola Îslamê ye û hem pirraniya Kurdan Misilman in. Loma, pirraniya wan nikarin “bê alî” li Quranê, hemû nakokiyên wê û şaşiyên wê binêrin; li wan mukur derên. Ev yek ji bo nîqaşên li ser Quranê jî derbas dibe. Pirraniya nîqaşên di derbarê Quranê ji mantiq û “objektiviyê” dûrin. Jixwe zanist, pispor û nivîskarên Misilman yên behsa şaşî û nakokiyên Quranê dikin yan xayîn yan jî dijminê Îslamê tên îlankirin. Eşkereye ev nêrîna serdest karûbarê Kurdistaneke demokratîk, laîq, pirrçand û pirrol giran/dijwartir dike. Herçiqas pirraniya Kurdan î-roj Misilman bin jî berjewendiya wan ne di kevneparêziya Îslamê de ye.
Di Quranê de rol û cihê cîhadê
Li gor pirtûka Quranê Quran ji bal Xwedê bixwe hatiye; kêmasî û şaşiyên wê nîn in. Lê tê zanîn ku ji bilî Quranê di ti “pirtûkên pîroz” de “cîhad” tine. Li gor nêrîna serdest ya Îslamê cîhad hem şere (cîhada biçûk) û hem hemû hewldanên ji bo xizmeta Xwedê ye (cîhada mezin). Ya xirabtir, “cîhada şer” heta î-roj di nava gellek Misilmanên radikal de cihê baweriyê ye. Di ser de jî cihê dagirkirina ax û milkên netewên din, kûştin û bi-zorê misilmankirinê ye. Herwiha cihê ecêbê ye ku cîhad heta î-roj wek bingeheke Îslamê ji aliyên hinek alimên Îslamê ve tê nirxandin. Ma çima Quran behsa “cîhada ji bo Xwedê, cîhada di rêya Xwedê de”, cîhada ji bo serkeftina Îslamê dike?
Peyva “qital” ku tê wateya “şer” 67 caran di Quranê de derbas dibe (Quran, Sure 2, 190-193, 216-217, 244; 4, 74, 76; 8, 39; 9, 41, 111, 123). Quran dibêje, divê Misilman ji bo jîn, ol û yekitiya xwe şer bikin (2,217); divê ew bikujin yan xwe bidin kuştin. Lê Quran ne tenê behsa vê yekê dike, ew dibêje, divê Misilman şer li dijî “kafiran” (erebî: kafirûn) bikin heta ew “Îslama rasteqîn” qebûl bikin (48,16). Jixwe li gor Îslamistên radikal Quran li ser Misilmanan şer ferz dike heta serkeftina Îslamê (binêr 9,33; 48,28).
Helbet kesek nizane ku çiqas Misilman ji van sure û ayetên Quranê bawer dikin, lê peyvên bi zarokitî hertim tên dûbarekirin dibin cihê baweriyê. Jixwe baweriya Îslamistên militan ji cîhada şer re ne cihê gumanê ye. Cîhad di destên wan de wek haceteke tundrew tê bikaranîn. Li gor Îslamê cihê şervanên cîhadê bihuşt e (47,4-7). Û li gor nêrina serdest ya Îslamê tenê cîhad garantiya bihuştê ye. Mirov dikare bibêje ku “garantiya bidestxistina bihuştê” (4,74) û “72 horriyên çavreş” mejûyên Cîhadiyan xitimandiye, wan “kerr” û “korr” kirine, loma bûne bela li “Êzdiyên Sêwî” û Kurdistana Kurdan.
Tê zanîn ku armanca Îslamîstên militan (Cîhadiyan) dagirkirina hemû ax û dewletên Îslamê û pişt re ya hemû dinyayê ye. Ji bo heman hedefê “cîhad ji bo bidestxistina bihuştê” wek roleke navendî ji aliyên Îslamistên radikal ve tê bikaranîn. Mînak, li gor Cîhadiyan Kurdistan beşek ji axa Îslamê ye; divê têkeve destên “Îslama rasteqîn”, Îslamistên radikal. Loma, wan vêga Kurdistan bi agirê artêşa DÎê dorpêçkirine; hemû hewldanên serxwebûna Kurdistanê xistinê xeteriyê. Ma ev cara ewil e ku Kurdistan ketiye ber êrîşên Îslama tund û radikalên wê? Ew dixwazin rêbazeke kevnare û paşvemayî wek di Quran û Sunnetê de hatiye nivîs in bi rêyeke hovane li Kurdan ferz bikin. Li gor wan ferz e ku Kurdistan bê dagirkirin.
Cîhadiyên DAÎŞ bi taybetî li dijî pirrengiya civakê û hemû kêmar, ol û kêmnetew yên xeyrî Îslam in. Ew dijberê hemû nîzam û qanûna navnetewî ne. Li gor wan tenê ew ji “Îslama rast” û bingehên wê (Quran, Sunnet) fam dikin û wekî din hîç. Lê pirsgirêkên îdeolijiya Îslamê ne tenê Îslamîstên tundrew in. Mînak, heta vêga gotûbêjên li ser şaşî û nakokiyên Quranê di nava civak û dewletên Misilman de tabû ne. Ma ne heyfe, ku heta pirraniya “rewşenbîrên Misilman?” jî bawer dikin, ku Quran ji bal Xwedê bixwe hatiye. Quran dibêje, ji bilî wê hemû “pirtûkên pîroz” hatine guhertin/xirakirin; tenê ew rasteqîn e û rasteqîn maye. “Îslam ola serkeftiye” û “rojekê dinya tev wê bibe Misilman”. Quran li ezmanê jor li bal Xwedê tê parastin; teqez nayê guhertin. “Li bal Xwedê tenê Îslam heye”.
Ma ne cihê ecêbê ye ku ev nêrinên jor heta î-roj di nava pirraniya alimên Îslamê de bi rêyeke yekalî û bê mantiq tên parastin? Dîsa cihê ecêbê ye, wekî dinya tev tê guhertin, lê çima Quran nikare bê guhertin yan jî li gor mantiqa serdema xwe sure, ayet û peyvên wê ji nûve bên şirovekirin yan rakirin. Herwekî hemû fikir û baweriyên di “pirtûkên pîroz” de li gor şert û mercên serdemê tên afirandin. Nexwe pirtûk û qanûnên bê kêmasî tinin; ev yek li dijî zanistî, pêzanin û xwezayê ye. Tiştê î-roj rast e, dikare sibê şaş be. Loma, bi sedan rê û ol ji bo çareserkirina pirsgirêkan hene. Wekî ne jîn û ne dinya narawest in, nexwe pirtûk û qanûn tev tên guhertin û berhemên însanan ne. Jixwe tê zanîn ku Quran piştî bîst salên mirina Mihemed hate berhevkirin; beşekî wê ji aliyê xelîf Osman (574-656 piştî zayinê) ve hate tinekirin.
Cûdakirina Êzdiyan û Xiristiyanan li gor Îslamê
Rewşa hemû ol û kêmarên li Herema Kurdistanê xeternak e, lê rewşa Êzdiyan xeternaktir e. Mînak, li gor îdeolojiya Îslamê Êzdî û Xiristiyan ne yek in: Êzdî “kafirûn” in (kurdî: kafirin); Xiristiyan “ehli-kitêb” in, yanî “milletê bi pirtûk” in, lê Êzdî “muşrikûn” in. “Muşrikûn” li gor Îslamê ji Xwedê re şirîkan çê dikin. Herwiha di nava Îslamê de cihê wan tine, heger ew Îslamê ne pejrin in. Divê di pêşî de “koka wan bê qirrkirin”. Heta “muşrik” mirovekî kafir e, yanî xwedênenas e. Xwedênenas di Quranê de tê wateya Xwedê înkar kirinê. Li gor Îslamê ev tawana mezintirîn e; rêbazeke bê sînor e ku li dijî kêmar û olên bê kitêb wek navgîneke pîroz tê bi karanîn.
Hate gotin ku Xiristiyan ehl-î kitêb in, lê li gor Quranê Încila wan hatiye xirakirin. Lê ew dikarin di deverên desthilatdariya Îslamê de (Dar Al-Îslam) jîneke sînordar bijîn, heger baca paraztina xwe (ciziyê) bidin. Mirov dikare bibêje, ku Xiristiyan di nava Şerîeta Îslamê de heta derecakê tên “toleranskirin” û ne ferz e, ew ola xwe biguhêrin. Lê heger biguhêrin, ferz e ola Îslamê hilbijêr in. Nexwe Xiristiyan jî li gor Îslamê ji mafê yekrêzî û wekheviyê bê par in. Divê Xiristiyan ne hespan bajon, ne çekan hilgirin, ne xêniyên bilindtir ava bikin û ne jî serkirdayetiyê li Misilmanan bikin.
Mirov dikare bibêje ku Xiristiyan dikarin jîneke sînordar di Dewleta Îslamê (DÎ) de bijîn, lê Êzdî nikarin. Civak û kêmarên olî yên bê pirtûk wek Êzdiyan û Elewiyan nikarin di nava DÎê de bijîn; cihê wan di nava Dar Al-Islamê de tine. Kêmar û civakên wiha divê Îslamê yan qebûl bikin yan jî bêne kuştin. Loma, siltanên Împaratoriya Osmaniyan (ÎO) gellek caran fermanên Êzdiyan derdixist in. Ma piştî ferman û komkujiyan ne cihê ecêbê ye ku kevneşopên Êzdiyan tenê bi başî behsa pêxemberê Îslamê û “herçar xelifên dadimend” dikin? Jixwe ev yek biserê xwe hêjaye lêkolinên taybet û berfireh. Hate gotin ku li gor Îslamê Êzdî kafir in. Mirovekî kafir li gor Quranê “dijminê Xwedê” (2,98) û yê Îslamê bixwe ye (3,101); ew ji ajalan jî xirabtir e (8, 55). Kuştina wî, heger Îslamê bê şert û merc qebûl neke, pîroz e. Loma, Êzdiyên Şengalê li gor Xiristiyanên Şengalê (Asûrî, Keldanî) di rewşeke xeternaktir de ne. Nexwe cihê ecêbê ye heger Êzdî heta î-roj li Şengalê di destên “teroristên DAÎŞê” de sax mabin.
Li gor dezgeha Parastina Maqeqanûna Alman mirov dikare Îslamîstan parve bike ser di koman: Hinek ji wan “radikal” (militan) in û yên din “lêgalist” in. “Lêgalist” dixwazin bi demê re û bê bikaranîna zorê Şerîetê li hemû dinayê ferz bikin, lê îslamistên militan dixwazin bi rêya cîhadê dinyayê bikin Misilman. Lê herdu alî jî dizanin ku dinya î-roj ne li gor ayet. bîryar, peyv û rêbazên Quran û Sunnetê (gotin û kirênên pêxember Mihemed) tê birêvebirin. Loma, DAÎŞ dixwaze pêşî li axa Îslamê û pişt re li hemû dinyayê Îslamê ferz bike.
Herçiqas cîhad rêyeke ji bo îdeolojiya dagirkirina dinyayê be jî, Îslama fermî xwe ne “hêrîşker” dibîne. Ma ev nêrîn bi xwe ne cihê ecêbê ye? Tiştên î-roj DÎê dike ne hêriş, kuştin û talankirina kêmarên Kurdistanê ye? Lê DAÎŞ dixwaze li Kurdistanê bibe desthilatdar. Û ev yek ji mêj ve tê dizanîn. Loma, cihê ecêb û lêpirsinê ye, çewa pêşmergên Herema Kurdistanê “Şengala Sêwî” bê şer û parastin radestî “DAIŞa hovane” kir (binêr http://www.kovarabir.com/tosine-resid-sengal-kul-u-kedera-me). Ev kêmasî ku bu sedemê komkujiya Êzdiyan wê şop vede di wijdanê mirovatî û hemû “kurdperwerên rasteqîn” de. Dagirkirina Şengalê û vekişandina pêşmergan ji heman deverê careke din da eşkerekirin ku netewperweriya pêşmergên başûr ne kemiliye. Dagirkirina Şengal û deverên wê ji aliyê ”merivxwerên DAÎŞê” ve tê wateya tinekirina Êzdiyên Kurdistanê, heger Êzdî ji neçariya xwe dev ji Şengal û deverên wê berdin.
Balkêşe ku DAÎŞ û hemû Îslamistên militan dibêjin, tenê bi rêya qanûna Îslamê hemû pirs û pirsgirêkên nava civakan dikarin bên çareserkirin. Loma, DAÎŞ hem pêxemberê Îslamê û hem herçar xelîfên destpêka Îslamê wek model û rêber dibîne (622-661 piştî zayinê). DAÎŞ xwe tenê berpirs û nûnerê “Îslama rasteqîn” dibîn e. Ji bilî wê nûnerên “Îslama rasteqîn” tin in. Dewletên navên Îslamê li xwe dikin jî ne “Îslama rasteqîn” in. Nexwe hemû dewletên din yên Îslamê, navê Îslamê li xwe bikin jî, tîr û hedefa DAÎŞ in.
Êzdiyên Almanyayê dikarin ji bo karesate Şengalê çi bikin?
Ji Êzdiyên Almanyayê û Êzdiyên din re ji bilî hewldanên jidil, tevgerên rast, çalakî, aqilmendî û “xwînsarî” gerek in.
Wekî beşekî Îraqê ketiye bin destên DAÎŞê; nexwe hemû Êzdiyên deverê bi komkujiyan re rûbirû mane, heger ew jidil û bi hêz neyên parastin.
Divê Êzdî ji Şengal û deverên wê re bi kom û dezgehên pêwendîdar re stratejiyekî demdirêj ji bo asayîş û parastina wê biafirin in.
Heger Êzdî li Kurdistanê bixwazin hebûna xwe bi domin in, divê hevbendî û hevkariya nava xwe xurt bikin, lê hevbendiya nava Kurdan jî jibîr nekin. Êzdî nikarin bêyî Kurdan hebûna xwe li Kurdistan bi domin in. Divê ew xwe ji \"propaganda ya yekalî\" dûr bikin; propaganda ya yekalî wê zirarê bide berjewendiyên wan û yên Kurdan. Nexwe divê berpirsiyarên Êzdiyan di rewşa vêga de xwe ji zimanekî tûj/tund û tawambar dûr bikin. Vêga dema birîndermankirinê, hevkariyê, alîkariyê, hevbendiyê û çareserkirina pirsgirêkên Êzdiyên Şengalê û parastina wan e.
Vêga Êzdiyên Almanyayê pera kom dikin, li divê wan bigihinên mexdûrên Şengalê. Ji bilî vê yekê ew dikarin ji bo Êzdiyên Şengalê weqfeke piştgirî û alikariyê li Almanyayê damezrin in. Ew dikarin bi alikariya wê mektebeke leşkerî û polisî ji bo asayiş û parastina Şengalê û herema wê vekin.
Heta DAÎŞ li Îraq û Sûriyê be Kurdistan û bi taybetî Êzdî wê di bin gefên hebûn û tinebûnê de bin. Ji sala 2006a ve ev ducarin Êzdî li Îraqê rastî komkujiyan tên. Herducar jî îdeolojî ya Îslamê bi destên Îslamistên militan li dijî Kurdên Êzdî tê bi karanîn. Ne hiqumeta Herema Kurdistan û ne ya navendî ya Îraqê Êzdî parastin. Nexwe divê asayişa Şengalê têkeve destên Netewên Yekbûyî (NY). Divê Êzdî ji bo vê yekê bi NY re têkiliyên xwe deynin. Tê zanîn li Şengal û deverên wê ji bilî Êzdiyan, Şabak, Asûrî, Keldanî û Suryanî jî hene. Rewşa wan jî di xeteriyê de ye. Jixwe Êzdî li gor kêmarên din di bin gefên mezintirîn de ne. Loma, divê Êzdi hem ji bo xwe û hem ji bo kêmarên din ji NY bixwazin, ji bo asayişa Şengalê têkeve destê wê. Ji bo vê yekê Êzdiyên Almanyayê dikarin ji nava akademîkerên xwe komisyonekê ava bikin. Ev komisyon dikare bi berpirsên kêmar û kêmnetewên bi navkirî re têkeve nava têkliyan; di heman demê de dikare li ser navên Êzdiyan agahî û daxwazên wan bigihîne dezgehên NY, berpirs, rêxistin û dewletên eleqedar wek NATO, Vatikan, Dewletên Yekgirtî yên Amerikayê, Brîtaniya Mezin, Fransa, Rusya û Çîn. Wekî din komisyon dikare hemû zanîn û pêzanînên xwe ji NY re pêşkêş bike. Jixwe divê di nava komisyonê de kifş be kî berpirsiyarê çi ye. Ji bilî vê divê Êzdî li gor micalên xwe û herwiha bi alikariya dost û dewletên eleqedar Şengaliyan bi çek û sileh bikin yan jî alikariya bi silehkirina Êzdiyan û kêmarên deverê bikin.
Divê Êzdî dikaribin ferman û karesatên hatine serên wan û bi taybetî yên hatine serê Êzdiyên Şengalê bikin pirtûk ku ji bo ew dikaribin di pêşerojê de di dibistanan de bên xwendin. Ev yek wê hevkariya nava wan û ya Kurdan bi gelemperî xurt bike; bala pisporên zanist jî bikşîn e. Bûyera Şengalê komkujiyeke li gor hemû rêbaz û pêşmercên qanûna navnetewî ye. Bi qestî/bi plan û bi armanca qirrkirina komeke olî yan beşekî wê hatiye li darxistin û pêkanîn. Nikare bê jibîrkirin, hêj vêga mora xwe li dîroka Êzdiyan daye; wê bikeve nava mêjuyê hemû Kurdan û beşekî dinyayê.
Êzdiyên Almanyayê dikarin hinek zarokên karesate Şengalê yên sêwî bikin zarokên xwe. Koçberên Şengalê î-roj li gellek dewletan belav dibin. Dibe Êzdiyên Almanyayê dikaribin milk û gundên xwe yên Kurdistana Bakur bi rêya demankirinê radestî hinek koçberan bikin.
Jixwe divê Êzdî Dadgeha Navnetewî ya Sizakirinê li Den Haag bi jenosîda Şengalê agahdar bikin. Herwiha alikariya Den Haag bikin ji bo ew dikaribe dadgeheke taybetî ji bo vê komkujiyê saz bike. Ji bo karûbarê vê yekê komisyoneke zaneyên Êzdiyan gerek e. Bi van kar û xebatan re akademîkerên Êzdî û zanistên wan dikarin enstitûteke lêkolîna komkujiya Şengalê li Almanyayê vekin.
Dr. jur. Celalettin Kartal
Pisporê kêmar, Şerîetê û Qanûna Navnetewî
9/2014