PYD: Em ne li dijî kongreya Cenêv2 ne

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah ragihand ku pêwîste rêveberiya Sûriyê ya pêşerojê gelê Kurd wek 18% ji gelê Sûriyê nas bike.<br><br>Asya Ebdullah di çalakiyeke partiya xwe de li nêzîk bajarokê Tirbespiyê yê Rojav.

13.02.2014, Per - 07:09

PYD: Em ne li dijî kongreya Cenêv2 ne
Haberi Paylaş
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah ragihand ku pêwîste rêveberiya Sûriyê ya pêşerojê gelê Kurd wek 18% ji gelê Sûriyê nas bike.

Asya Ebdullah di çalakiyeke partiya xwe de li nêzîk bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê bal kişande ser danûstandinên kongreya Cenêv2, beşdariya Kurdan di kongreyê de û rêveberiya xweseriya demokratîk a ku PYDê û çend partiyên di dawiya meha borî de li her sê herêmên Qamişlo, Kobanî û Efrînê ragihandin.

Derbarê rêveberiyê de, hevseroka PYDê got “Rêveberiya xweser dê ji bo pêkanîna demokrasiyê pêşketinên girîng bi xwe re bîne. Ev rêveberî dikare dibe nimûneya çareseriya krîza Sûriyê”.

Li gor medyaya nêzîkî PYDê, Ebdullah di wê çalakiyê de diyar kir ku pêwîste rêveberiya Sûriyê ya pêşerojê gelê Kurd wek 18% ji gelê Sûriyê û wek gelekî ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî nas bike.


Li ser kongreya Cenêv2 ku roja duşemê gera danûstandinên wê ya duyem di navbera şanda rejîm û opozîsyona Sûriyê de destrpêkir,Ebdullah tekez kir ku ew wek partî ne li dijî danûstandinên Cenêvê ne.

Hevseroka PYDê got “Lê em li dijî hewildanên dûrxistina Kurdan in. herdu encûmenên kurdî li hev kiribûn ku pêwîste Kurd bi şandeke serbixwe beşdarî Cenêvê bibin, lê ENKSê ev tişt nepejirand û di nava şanda hevpeymaniya opozîsyonê de tevlî civînê bû”.


Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku endama Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ye, 5 nûnerên wê di nav şanda opozîsyonê ya bi serokatiya hevpeyvmaniyê de li Cenêvê cih digirin.


ENKSê û PYDê di 24ê kanûna 2013an li hev kiribûn ku eger opozîsyon bi çend şandan tevlî kongreya Cenêv2 bibe, wê demê Kurd jî dê bixwazin bi şandeke serbixwe beşdar bibin, lê eger yek şanda opozîsyonê hebe dê Kurdên di nav wê şandê de bi navê Kurdan li Cenêvê biaxife.
Nerina Azad
Bu haber toplam: 1585 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:20:25:02
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x