Xizmeteke zanyarî: Pirtûkeke nû, “pirgotar” û girîng

Îsal pirtûkeke nû derketiye.

02.10.2014, Per - 15:13

Xizmeteke zanyarî: Pirtûkeke nû, “pirgotar” û girîng
Haberi Paylaş
Îsal pirtûkeke nû derketiye. Tê de gelek berhemên lêkolerên zanist hatine komkirin. Navê pirtûkê ev e: “Khanna Omarkhali (edited), Religious Minorities in Kurdistan: Beyond the Mainstream, Harrassowitz Verlag, Wiesbaden 20114 ”. Têde keda Omarkhalî, kurdnasa navdar, pir e! Lê di nava berhemê de nivîsarên 17 lêkoleran jî hene; kitêb 413 rûpel e. Mirov dikare vê berhemê wek “pirtûka pirrgotar” (anthology) bi nav bike.

Ezê di vê danesînê de behsa şeş gotarên pirtûkê bikim. Herwiha ezê tenê behsa hinek “îdia” (allegation) û “agahiyên balkêş” bikim.

Armanc

Omarkhalî nivîsiye, ku fikrê weşandina vê berhemê di dema karûbarê dersdayina wê de derketiye holê. Dîsa li gor wê (binêr li pêşgotina wê) ev pirtûk dikare di seminerên zankoyan de bê bikaranîn. Xwendevan/ hewesdarên (interessted parties) ku dixwazin kêminiyan (minorties) nas bikin yan jî zanîna xwe di derbarê kêminiyên Kurdistanê de zêdetir bikin, dikarin jê sûd wergirin. Helbet ew dikarin agahî û zanînên xwe di derbarê civakên olî yên xeyrî Misilman de dewlemendtir bikin. Herwiha xwendin û literatura di derbarê xwendina olî, beşên li ser xwendina kêminiyan, tevî beşa îranistik û ya kurdî dikare bi vê kitêbê bê dewlemdkirin (Omarkhalî).

Naveroka pirtûkê; hinek îdia û agahiyên balkêş

1. Bi ya min Khanna Omarkhalî (rp. 68-77) di vê gotara xwe de tiştên di derbarê Êzdiyan de tên zanîn nivîsiye. Gotar bi metodekî tarifkirinê (discription) hatiye hûnandin. Jêderxistin (analîz) kêm e. Omarkhalî behsa pêvajoya guhertin yên ku van salên dawî di nava civaka Êzdiyan (tranformasiyon) de diqewimin dike. Dinivîse (ev piçekî wek gazinekê ye!), vêga kî di Înternetê yan jî kanalên televizyonan de pir çalakger be, herwiha bi dengekî bilind biaxive (more active and “loud” a person is), cihê wî di nava civaka Êzdiyan de mezintir/bilinditir dibe (rp. 73). Dîsa li gor Omarkhalî divê rewşa civaka Êzdiyan li gor her welatekî ku ew lê ne û herwiha ji hev cihê û cûda bê vekolandin (rp. 74).

2. Die gotara Sebastian Maisel (rp. 79-96) de gellek agahiyên bi hurgilî di derbarê Êzdiyên Suriyê de hene. Di nivîsara wî de xuyaye ku ew berketiyê Êzdiya ye. Li gor wî î-roj dora 10.000 Êzdiyên Sûriyê li Almanyayê dijîn (rp. 80). Dinivîse, ku Êzdî neçar bûn xizmeta leşkeriya dewleta Sûriyê bikin, lê Sûriyê nedihişt ew di nava karûbarê xizmeta artêşê de pêşkevin (“were usually not promoted to hiher ranks”). Heta di dema xizmeta leşkeriyê de Êzdî piçûk dikrin, ew bi zilm û çavsoriyê re rû bi rû diman. Herwiha dibêje, ola Êzdiyan ji aliyê xeriban ve bi gelemperî şaş tê famkirin. Piraniya nivîskarên xerîb yan ola Êzdiyan nas nakin yan jî bi qestî agahiyên şaş di derbarê wan de belav dikin; dixwazin navên wan “reş” bikin; îtibariya wan bişkinên (rp. 83).

3. Dema behsa Kurdên Sovyetistana berê û Rusyaya tê kirin di pêşî de Êzdî tên bîra mirov. Nivîsara kurdnasê Nodar Mossaki pirr balkêş e (rp. 97-135). Vî lêkolerî gotareke bi spartek û berfireh nivîsî ye. Tê de gelek agahiyên girîng di derbarê Êzdiyên Sovyetistan ya berê û Rusyaya î-roj de hene. Dinivîse, ku Êzdiyên Sovjetistanê berê ne hatibûn bişaftin (asîmîlekirin, rp. 104 ), lê rewş hatiye guhertin. Ji sala 1939ve hejmara Kurdên li Ermenistanê, Azerbaycanê, Gurcistanê, Kazakhstan û Kirgistanê zêdetir dibû. Di nava salên 1988an heta 1989an hejmara Kurdan giha bû 65.000 an (rp. 115). Divê bê gotin, ku piraniya Kurdên Êzdî li Gurcistanê (62 %) “gundî” bûn, lê rewşenbîrên Êzdiyan li Ermenistanê diman (rp. 100). Tiştê girîng ew e, ku di nivîsara wî de jimariyên fermî yên salên 1926, 1939, 1959, 1970, 1979, 1989an bi hurî cih digrin. Dinivîse, ku li Azerbaycanê bişaftina “bi dil” (“voluntary”) di nava Kurdan de rê û rêbaz bû (“was quite commen”, rp. 103), loma hejmara wan li vî welatî kêm bû. Tê zanîn, ku Kurd û Azerî Misilmanin, lê asîmîlasyon di nava Êzdiyên Sovyetistan ya berê de tine bû (rp. 104). Ji bilî vê dibêje, ku mirovên akademiker yan yên zor perwerdekirî di nava Êzdiyan de ji yên Ermeniyan jî bêtir bûn (rp. 120). Di dawiya gotara xwe de bi taybetî balê dikşine ser mijara bişaftinê. Dibêje, îcar mirovên di nava Kurdan de naskirî jî di malên xwe de, bi zarokên xwe re û di jiyana xwe ya rojane de, bi zimanê rusî diaxivin (rp. 130) .

4. Janros Keles (173-224) li ser Elewiyan nivîsiye. Gotareke hêjayî xwendinê ye. Dibêje, ku mirovên li derveyî welat (dîaspora) dijîn, welatên wan tim li bîra wane; welatên xwe bi rêyeke rast yan jî wek “xewynên renge-reng” tînin bîra xwe (rp. 173). Dinivîse, heger civak li welat be yan li derveyî welat be, çavsorî yan “cudaxwazî” li ser wê hebe (rp. 174), ferdên li diyasporayê dikarin roleke mezin û erênî li ser civakê bileyîsin. Herwiha Elewîtî, Kurditî û hevgirtina bi Elewiyan û Kurdan re di jîna Elewiyan ya rojane de wek roleke navendî tê bi karanîn (rp. 175). Ji bilî vê Keles dibêje, ku piraniya Elewiyan yên derveyî welat Kurd in û ew ne bi çavên Misilmantiyê li xwe dinêre (rp. 177), li gor wan, Elewitî oleke di rêya xwe de ye. Keles dinivîse, ku li ser Elewiyan heta î-roj lêkolin kêm in û divê Elewî bi rêyeke bi rêk û pêk û bê îdeolojîk bibin babetê lêkolinan (rp. 190). “Faktorên hevbeş” yên nava Elewiyan, Nusariyan, Druziyan, Êzdiyan, Yarasaniyan û Kakaiyan dikarin alikariya naskirina Elewiyan û koka wan ya rast bikin.

5. Birgit Aman (271-300) di gotara xwe de behsa Cihuyên Kurdistanê dike, dibêje, êdî tenê mirov dikare bi dîrokî behsa Cihuyên Kurdistan bike. Di sala 1870yî de 130 malbatên Cihuyan li Silêmaniyê hebûn (rp. 280). Î-roj jî gellek cih û warên Cihuyan li Kurdistana Bakur tên naskirin. Helbet avantajên Cihuyên Kurdistanê wek yên Kurdên Sunnî tine bûn (rp. 287). Gelek Cihuyên ku ji Kurdistan koçkirin hêj jî xwe girêdayî Mustafa Barzanî dibîn in. Li Îsraêl civaka Kurd bi serbilindayî behsa gera Mustafa Barzanî ya sala 1960î û herdu kurên wî dike (rp. 288). Nêzî 100.000 Cihûyên koka wan Kurd in li Îsraêl dijîn. Pirraniya wan yan li dora bajarê Qudsê dijîn yan di nava wê de diminin (rp. 296).

6. Erica C. D. Hunter behsa rewşa Xiristiyanên Kurdistanê (rp. 321-337) di gotara xwe de dike. Dibêje Mirê Botan Bedirxan di sala 1840 de gelek Xiristiyan di bin qetlîamê de derbas kir. Wi wextî hejmara Xiristiyan yên Kurdistanê di nava 100.000 heta 150.000î de bû (rp. 323). Di sala 2011an de gellek dikanên Xiristiyanan, 3 kazinoyên wan li bajarê Zaxo ketin bin êrişa Kurdên Misilman (rp. 327). Bûyera dawî li Kurdisanê hate serê Xiristyanan di sala 2013an de rû da. Wê demê hinek Misilmanên ji eşira Zebarî çun gundê Xiristyanan ji bo êrîşî wan bikin. Di nava Kurdên Misilman û Xiristanan de pevçun rû da. Li gund Kurdan xwest Xiristyanan çavtirsî bikin û li axayê gund bi devên kalaşnikovan xistin (rp. 328). Mirov di gotarê de dixwîne ku çavsoriya Kurdan li ser Xiristiyanan heye û hêj didom e.

Encam

Bi ya min ev lêkolerên min bi nav kirin berhemên girîng û hêja nivîsî ne. Yên mayî ji xwe min navên wan ne nivîsiye. Dîsa li gor nêrina min, ev pirtûk bi berhemên xwe cihekî vale dadigire. Di gellek pirtûkan de berhemên li ser kêmineyan hene, lê pirtûkeke hemû kêmineyên Kurdistanê di nava xwe de bi hewine heta vêga tinebû. Ev yek bû para Khanna Omarkhalî.

Helbet min nikaribû di vê danesîna kurt de behsa hemû gotar-nivîsarên pirtûkê yeko yeko bikim, loma min tenê behsa çend gotarên bijarte ku bala min kişandin kir. Gellek kurd bi serbilindî dibêjin, ku ew di derbarên civak, kêmine û netew yên xeyrî Misilman de ji suniyên ereb “xweşbîntirin”, lê baş tê zanîn ku î-roj qet Jihû li Kurdistanê nemane (rp. XXXIV), lê li Tirkiyê hêj zêdeyî 20.000an ji wan dijîn. Gelo di vir de kêmasiyên civaka Kurdan tinin?

Balkêşe ku Omarkhali bixwe jî di beşê danasîna pirtûka xwe de behsa “Bill of Rights” dike. Dibêje di makezgona dewletên wek Îraq, Tirkiyê, Sûriyê û Îranê de ev maf hene (rp. XX), lê dîsa jî Îslam di ser wan re ye. Herwiha wê di beşê danesînê de nivîsiye, ku rola medresa berê ne tenê perwerdekirina dersên olî bû (rp. XXI). Bi ya min Omarkhalî yan jibîr dike yan ne baş agahdar e, ku li gor nêrina serdest ya nava Îslamê zimanê erebî jigel Xwedê bixwe hatiye, loma qedrê zimanê erebî bilinde û cihê wî pir cuda ye. Heta bi rêya Quranê gellek û gellek peyvên erebî cihê zimanê kurdî girtine (!) û herwiha herîkîne nava çanda kurdî. Di dawiyê de divê ez bibêjim, min hemû gotarên vê pirtûkê bi balkêşî xwend. Ez dikarim bibêjim, mirovên vê berhemê bixwîne, pojman nabe. Bi ya min ev berhem tevî hinek kêmasiyên xwe hêjayî xwendin û nîqaşa ye. Dibe ji hemû xwendevan û lêkoleran re gerek be. Destên Omarkhalî sax bin!

Dr. Celalettin Kartal

Pisporê qanûna navnetewî û kêmaran,

10/2014

Nerina Azad
Bu haber toplam: 8497 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:17:32:43
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x