“Dabeşkirina Îranê bi ser 5 herêman de pilaneke siyasî ye”

Nûnerê bajarê Qurwe yê girêdayî parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê li Meclisa Îranê de Hamid Qadirmerzî li dijî dabeşbûna Îranê bi ser 5 herêman de nerazîbûn nîşan da û ragihand, ev karekî siyasî ye.\n\nHikûmeta Îranê duh ragihand, welat dê bi se.

25.06.2014, Çar - 10:46

“Dabeşkirina Îranê bi ser 5 herêman de pilaneke siyasî ye”
Haberi Paylaş
Nûnerê bajarê Qurwe yê girêdayî parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê li Meclisa Îranê de Hamid Qadirmerzî li dijî dabeşbûna Îranê bi ser 5 herêman de nerazîbûn nîşan da û ragihand, ev karekî siyasî ye.

Hikûmeta Îranê duh ragihand, welat dê bi ser 5 herêman de were dabeşkirin û ev yek jî ji bona “lihevnêzîkkirina gel û kulturan” û “hêsantî di birêvebirinê” de tê kirin.

Li gorî vê pilana komara îslamî, her 4 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ji hev tên veqetandin û 2 parêzgeh bi ser herêmekê û 2 parêzgeh jî bi ser herêmek din ve tên dabeşkirin.

Nûnerê bajarê Qurwe yê girêdayî parêzgeha Sine li Meclisa Îranê de, Hamid Qadirmerzî li ser dabeşkirina Îranê bi ser 5 herêman de got, dabeşkirina Îranê bi ser 5 herêman de siyasî ye ji ber ku xelkê Sine ti têkiliyeke wan bi xelkê parêzgeha Erdebîlê (hemû azerî ne) re tine lê xelkê parêzgeha Sine dikarin bi xelkê parêzgehên mîna Hemedan, Kirmaşan û Îlamê re bidin û bistînin.

Li gorî nexşeya siyasî ya nû ya Îranê, parêzgeha Sine bi parêzgehên Ormiye, Tewrêz, Zencan, Erdebîl û Gîlanê re di nav herêmekê de cîh digirin.

Hamid Qadirmerzî, her wiha ragihand, li gorî wan lêkolînên ku sala 1996an hatine kirin Îran bi ser 10 deveran hatiye dabeşkirin ku di warê kulturî û civakî de xalên wan ên hevbeş pir in.

Li gorî nexşeya sala 1996an, parêzgeha Sine ketibû nav parêzgehên mîna Kirmaşan, Îlam û Loristanê ku hemû dikevin qontara çiyayên Zagrosê.

Li gorî wî nûnerê kurd, dabeşkirina dubare ya Îranê tenê serwet û dewlemendiya welêt bi heder dide.

Alîkarê Wezîrê Navxwe yê Îranê, Cevad Nasiriyan duh gotibû, hikûmet pilanek daniye ku li gorî wê Îran dê bibe 5 herêman ku her herêmek dê bixwe xwe birêve bibe.

Li gorî agahiyên wî rayedarê îranî, ew 5 herêm bi vî rengî ne:

Herêma 1: Tehran, Qezvîn, Mazenderan, Sêmnan, Gulistan, Elborz, Qom

Herêma 2: Îsfehan, Fars, Bûşêhr, Çarmehal û Bextiyarî, Hormozgan, Kohkîloyê û Boyîr Ehmed

Herêma 3: Tewrêz, Ormiye, Erdebîl, Zencan, Gîlan, Sine

Herêma 4: Kirmaşan, Îlam, Loristan, Hemedan, Merkezî, Xûzêstan

Herêma 5: Xorasana Rezevî, Xorasana Başûr, Xorasana Bakûr, Kêrman, Yezd, Sîstan û Belûçistan

Îran ji 31 parêzgeh (bi farsî Ostan), 394 navçe, 973 bajarok û hezar û 133 nahiyeyan pêk hatiye.

Rudaw

Rudaw
Bu haber toplam: 8608 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:22:12:03
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x