PDK-T 8'ê Adarê Roja Jinan Pîroz Dıkê!

PARTIYA DEMOKRATA KURDISTANÊ TIRKIYA 8’Ê ADARÊ ROJA JINAN PÎROZ DIKÊ!..

07.03.2015, Cts - 15:53

PDK-T 8'ê Adarê Roja Jinan Pîroz Dıkê!
Haberi Paylaş
Mafê jinan di civakê de mafekî sereke ye, ew dayika mirovatiyê ye! Di dîroka mirovatiyê de jin di civakê de bingeha tovê mirovatiyê ye, di jiyanê de berhemda e, di malê de eborîker e, tovê mirovayî yê di hewêne, diparêzê . Jin dilsoze, dil tenike û dilovana. Mafê jinê pêwîste bi her awayî di asta wekheviyê de be,ne kêmtîrîn ji ê mêran be, Jin gelekî fedekare.

Di demên de jin him di berevaniyê de, nav zeviyan de, di kiştûkal de û him jî di hemî karûbarên malê de jî, ew kebani ye. Di civaka Kurdan de jin xwedî rûmeteke bilind e, di dema feodalîzmê de jî, jina Kurd bi gelemperî dinav malbatên mezin de weke desthilatdarî tevgeriyaye û di şêwiran de jî cîh girtiye. Îro jî dinav Kurdan de xwedanî peyv û rûmete, di nava malbatê de jî xwedî qedir bilinde. Lê beşekê jina Kurd bê xwendin mayî ye, . Di derbare dîrok û zanastiya dinyayî de bê zanîn maye.

Pêwîste êdî ferzend û arîkari bi jina kurd re bête kirin ko di hemî asta jiyan û desthilatdariyê de bibe aktor. Bi rastî jina Kurd li çanda netewa xwe xwedî derketîye. Ew bi helwestên xwe rûmete û xatir didê civakê. Dema pêwîst be jina Kurd di şerîde li pêşiya mêrê xwe di qada şerde ciyê xwe digirê gelek mînak hene Zarîfe, Leyla Qasim, hvd. Mixabin, hinek kes û rêxistin û konevan mafê jinan îstîsmar dikin. Bi vê helwestê jinan dixine nava dijberiyê, jinê weke xwedî kêm maf û meriveke di asta dûyemîn de şîrove dikin. Ev xeletîyeke mezine. Jin bingehê jiyanê bi xweye.

Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiya; jinê stûna malbatê, ewlekariya civakê, dayika nifşê mirovatî yê re bingeh tekez dikê. PDKT jinê hêjayê rûmet û rêzgirtinê dipejirênê. Mafê jinê û jiyana jinê pêwîste herdem di asta herî bilind de were girtin. Jin ji hemî aloziyan bête parastin. Wateya jinê jîyana. Em hêvîdarin ko jin û keçên Kurd dinava Partiya me de bi piranî cîh bigirin u dewra xwe ya diroki di avakirina jiyaneki serfiraz, pêşkefti, wekhev u Kurdistaneki azad u serbixwe da pêk bînin. Hêz û partiyên kêm jin, bê hêzin û lawazin.

BIJÎ KURDISTAN LI GEL MAFÊ JINAN.

PARTIYA DEMOKRATA KURDISTANÊ PDKT

Nerina Azad
Bu haber toplam: 3234 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:07:21:18
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x