PDK-T\'den Ramazan Bayramı mesajı.
Cejna remezanê li ola îslamê pîroz be.
Lê mixabin cejna isal em ne aramin, lewra bi sed hezaran Kurd li rojavaye Kurdistanê bi destê terora DAîŞ\'ê hatin kuştin û bi milyonan kesan xwe li sinorên dagirkeran dan, cih û warên xwe terikandin, bûn penaber, li welatên biyaniyan ketin nava jiyaneke bêkes û belengaziyê. Ev sed sale ko netewa Kurd yan li ser axa xwe dîl e yan jî di welatên biyanî de penaber e. Tu miletekî din weke miletê Kurd li ser xaka xwe dîl û mehcir nebuye û neketiya rewşeke wiha.
Em bi vê pêyama cejnê bangî hemî Kurdên neteweyî dikin ko em hemî li gel hev li mafê xwe xwedî derkevin û dost û dijminên xwe nas bikin. Em PDK-T cejna hemî Kurd û Kurdistaniyan û malbatên şêhîdên doza Kurdistanê, Pêşmergeyên qehreman û wan penaberên ji ber zilm û kuştina terora DAÎŞ penaber bûne, bi hestên neteweyî pîroz dikin û ji Xwedayê mezin hêvî dikin ko ev penaberên zû li welatê xwe vegerin û di nava jiyaneke azad û aram de bijîn.
16.07.2015
Serokê Giştî Yê
PARTIYA DEMOKRATA KURDISTANÊ TIRKIYA
Mehmet Emîn KARDAŞ