Hemid Smailaxa: Kurmê şîrî heta pîrî

Lî Rojavayî Kurdistanê, her wekî li Rojhilat û li Başûrê Kurdistanê jî kirine, ji hev belavkirin û ji ortê rakirina kesên welat perwer û berêxwedana hêzên welatparêz, felsefeya dema avakirinê bibîr tîne.

18.08.2016, Per - 14:48

Hemid Smailaxa: Kurmê şîrî heta pîrî
Haberi Paylaş

Di dema peydabûna xwe de “PKK” bi durişmên “şerê çekdarî, ji bo rizgariya Kurdistaneke yeker, pêşverû, û sosyalîst” xwe di nav civata Kurd de, da pêş. Lê di tevaya belgeyên dîroka xwe de, xweş diyar dibe ku bi palpiştiya dewleta dagirker, di destpêkê de berê xwe da tevgera welatparêz. Beriya ku berê çekên xwe bi dagirkeran veke, şerê çekdarî li hemberî hêz û rêxistinên pêşverû û welatperwer kir. Heta girêka xwe bi pişt xist, qada xebatê ji hêzên welatperwer paqij kir, hêdî hêdî naveroka welatperweriya Kurdî vala kir û durişmên xwe jî di pêvajoyê de, sîstematîk guhert.

Nuha di hemî durişm û daxuyaniyên ji devê desthilatdar û berpirsiyarên wan derdikeve li ser yekeriya bi dagirkeran re ye û avakirina Dewleteke kurdî ji bernameya xwe avêtine. Heta alîgir û dilxwazên avakirina dewleteke serbixwe, ji wan re hember in û bi çavên neyaran li wan dinerin. Do li Bakurê Kurdistanê, îro jî li Rojavayê Kurdistanê, her weha li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî, heman leyistikê bi navê kurdî lê bi naverokeke ji Kurdistanîbûnê bidûrketî bi rêve dibe. Bi zanebûn, pirsa Kurd û Kurdistanê bê naverok dihêlin.

Lî Rojavayî Kurdistanê, her wekî li Rojhilat û li Başûrê Kurdistanê jî kirine, ji hev belavkirin û ji ortê rakirina kesên welat perwer û berêxwedana hêzên welatparêz, felsefeya dema avakirinê bibîr tîne.

Rêjeya ‘Ereban li Rojavayî Kurdistanê ji ya Kurdan bêtir dibe. Dijminaya kurdên welatperwer ketiye pêşiya hemî kiryaran. PYD û rêxistinên di çarçoveya wan de, her wekî felsefeya di destpêka peydabûna PKK de, bi palpiştiya dagirkeran, ji neyaran bêtir, berê xwe danê hêz, rêxistin û kesên welatperwer da wan ji qada xebatê bidûr bixin û bi kêfa dilê xwe, bi neyaran re yar lê bi kurdan re neyartiyê bikin.

Girtin û ji Rojavayî Kurdistanê bidûrxistina berpirsê ENKS hêja Brahîm Bro, ji metirsiya xurtbûn û bipêşketina neteweperweriya Kurdî û bi pêşketina bîr û baweriya nîştîmanî û demokrasiya kurdan ya navxweyî ye. Ji xwe, jihevdexistina yekrêziya nav kurdan û dûrbûna ji bîrûramanên neteweyî ne di berjewendiyên Kurd û Kurdistanê de ye. Lê li gora xêrnexwazên Kurdistanê; “çawa çend hêzên Kurd bibin yek û Eniyeke welatparêz ava bikin?”

Ev yekrêzî û yekîtiya hêzên Kurdistanî ya li Rojavayê Kurdistanê, bi dilê hemî kurda ye û tirsê dixe dilê neyar û xêrnexwazên Kurd û Kurdistanê.

Bihevxistina reng û dengên neteweyî leyistik û dolabên dagirkeran hildiweşîne. Vîlik û planên yên wek Malikî ku bi vekirî fesadiyê di nav kurdan de gûrr dike, xerab dike.

Bihevxistina dengên neteweyî piştgirî û alîkariya serbixwebûna Kurdistanê dike û tirsa di dilê desthilatdarên li Ankara, Tehran, Bexdê û Şamê de xurttir dike. Bi berdewamî; desteserkirina endamên polîtburoya PDK­S Mihemmed Smaîl û Neş’et Zaza, endamên Komîteya Navendî Salih Cemîl, Evdilkerîm Hacî û Nafi’ Evdilla, her weha desteserkirina cîhgirê Brahîm Bro, endamê Komîteya navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriye, Hesen Salih (Hesenê Tenûriyê), li hemberî xeta neteweyî­Kurdistanî, kiryareke gemarî ye û di xizmeta xêrnexwazên Kurdistanê de ye.

Kurdno! Li hemberî van kiryarên gemarî bêdeng nemînin! Bêdengî bindestî ye û pejirandina nehaqiyê ye.

Nerina Azad
Bu haber toplam: 6373 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:14:05:05
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x