Rojhilata Navîn, ji ber nehaqî û nakokiyên dîrokî ku bi pirsên neteweyî, sîyasî, civakî û demokrasîyê ve girêdayî ne, dikele.
Rûdan û buyerên ku îro bêtir li Iraqê diqewimin, ji rûdan û serpêhatiyên li Sûriyeyê û li Bakurê Kurdistanê rû didin, nayêne veqetandin. Bi taybetî bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê *IDIŞ* vegirtina Mûsilê û Tekrît û çuyina berbi Bexdayê ve nîşanên tevliheviyeke mezin in. Carinan xuya nake ku destên kê di bêrîka kê de ye, belê dîsa pirs, taybetmendiyên xwe yên ku rengekî navneteweyî werdigire, xwe diyar dike.
Ger em dûr û dirêj nekevin nav dirok û bingehên rûdanan, bi taybetî li Iraqê Erebên sunnî ku ji damezrandina dewleta Iraqê heta bi destêwerdana 2003 yan ya Emerîkiyan, di rêvebiriyê de desthilatdar bûn, di damezrandina desthilatdariya Iraqê ya nuh de, bêpar man. Desthilatdariya navendî, pirs û lihevkirinên bingehîn piştguh kirin û berovajiyê bicîhkirina sîstemeke adîl, demokrat, deshilatdarî kirin rengê desthilatdariya Şîî yan. Berjewendiyên gelê Iraqê ku li ser bingehê wekheviya Kurd û Ereban hatibû avakirin, lihevkirin û peyman tev hatın jibîr kirin. Erebên ji bo erebîzekirina Kurdistanê ku li Kurdistanê hatibûn bicîhkirin li deverên jê hatine, venegerandin, xisara Kurd û deverên zîyan dîtî li wan nehate vegerandîn, deverên ji Kerkukê hatibûn veqetandin lê venegeriyan, bi kurtî maddeya 140 ya Destûra Iraqê ya navendî, lihevkirî, hate jibîrkirin.
Suriyê ji aliyê dunyayê, ji aliyê endazyarên şer ve ket nav girînekeke mezin. Dewlet û desthilatdariyên deverê jî ji vê tevliheviyê sûd wergirtin, tevlihevî kûr û grantir kirin. Hêzên marjînal yên ku beriya rûdanên li Sûriyeyê navên wan nedihate zanîn, di vê tevliheviyê de Sûriye ji xwe re kirin hêlîn, desthilatdariya li Suriyeyê jî, bi felsefeya * ez nebim bila her tişt tunebin* piştgirî da hemî rêxistinên marjînal û kesên vî agirî gûrr dikin.
Bidestxistinên li Başûrê Kurdistanê eyvanê (heyvanê) azadiya Kurdistanê yên tevayî ne. parastin û bipêşdexistinên destketiyên li Başûrê Kurdistanê kar û berpirsiyariyeke dîrokî, Neteweyî ye. Xendeqên ji ber gef û nakokiyên bi desthilatdariya navendî re û ji bo rê û buhurên kaçax û nebaşiyê bigire hatin kolan, îro bêtir diyar dibe ku Desthilatdariya Kurdistana Federe, dûrbîn û di pirsa Neteweyî de çarenivîssaz e. li dijî xendeqan helwest û bayê ku hate hilkirin xweş diyar e ku xizmeta berjewendiyên Kurd û Kurdistanê nake. Îro pêşmergeyên qehreman bi xwîna xwe ya pîroz, sînor û xaka Kurdistanê diparêz in. Desthilatdariya li Başûrê Kurdistanê di, jinûve dizaykirin û kêşana nexşeya Rojhilta Navîn de, aliyek e. Neteweyî û navneteweyî piştgirî û alîkarîkirina Desthilatdariya Başûrê Kurdistanê, piştgirî û alikariya tevaya Kurdstanê ye.
Îro Pêşmergeyên qehreman, di nav van aloziyan de, ji Kerkukê heta bi Xaneqînê, sînorên Kurdistanê xistiye bin destê xwe û bi şehid û rijandina xwîna xwe ya paqij diparêz e. Em vê helwesta Desthilatdariya Herêma Kurdistanê helwesteke neteweyî dibînin, ji bo hemi cure alikariyê amadebuyina xwe diyar dikin û dubare dibêjin: Ev helwest li Kurd û Kurdistaniyan pîroz be!.
Kurdino! Gelî Kurdistaniyan!
Roj roja parastin û bihevxistina hest û helwestên neteweyî ye!
Rojên avakirina dewleteke serbixwe ye!
Berjewendiyên neteweyî ji berjewendiyên rêxistinî, deverî, kesayetî mezintir in.
Bijî Kurd û Kurdistan Bijî Pêşmerge!
14.06.2014
Rêveberiya Platforma Demokratên Kurd