BANGNAME - Lijna insiyatîfe yekîtiye PDK (Li Bakur)

Brano verin em li emanetê serok û rêberê xwe yê qahraman, qadî mihammedê pêşewe, şêx Mahmud berzencî şex Abdulselam barzanî û şex Ahmed barzanî Mele Mistafa Barzanî, Şêx Saîd, Seyîd Rıza, Dr Nurî Dersimî, Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya, û bi giştî şehîdên Kurdistanê xwedî derkevin....

31.05.2015, Paz - 09:25

BANGNAME - Lijna insiyatîfe yekîtiye PDK (Li Bakur)
Haberi Paylaş
Kurd û Kurdistanîyên hêja;

Rêxistin, komel, grup, kesayet;

Brano, verin em hemû gotin û tevgerên ku Kurdan ji hev dûr dixin û Kurdistanê di bin dagirkiriyê di hêlin di bin gavê xwede bifetisînin.

Verin em li rêbaza Barzaniyê kahraman û destkeftê başûrê Kurdistanê û helveste Serxwebûnê bi yekîtî û yekdengî xwedî derkevin.

Verin em bi yekîtî û yek dengî piştgiriye serokê Devlete Federe Kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî û helveste cenabê vî ya serxwebûnê xwedî derkevin.

Em hemû fikrê li dijî yekîtiye xeta netewî û demokrat û serxwebûnê di ûcdanan\' da mehkûm bikin û em rûyê xwe ji wan biguherînin.

Lawra rewşa me ye îro encama parçebûne me ye.Bêtifaqî,cudabûn, xisarê dide hebûne me,.êş û janên me,îro me dawetî yekîtiyê dikin.

Bila be, em bibin yek, di ser êş û janan re bê jî, emê qabûl bikin. Bi tenê bila em bibin yek. Bi tenê em bi hevre bixabitin li ser armanca kurd û kurdistanî û erdingeri û ala xwe em bibin yek deng. Em bibin Kurdistaniyek yek parçe û yek deng.’’Belkî sibê ji me hemûye re bibê dereng’’.

Brano verin em yek deng bin, milê xwe bidin hev, zincîrê kolonyalîst û dagirkeran bi çirinin. Bi hevre, li ser erdingeriye xwe desthilatdar bin.

Brano verin em êş û janê xwe bi hevre parve bikin sedemê, parçebûne xwe bi bratî nîqaş bikin, em di xeletiyê xwede israr nekin, berjevendiyê kesayetî terk bikin. Berjevendiyê Kurd û Kurdistanî li ser her tiştî re bigirin.

Em bi vî reh û rîşalê xwe yî netewî, banga xwe bi rîya çepemeniyê di gihînin partî, tevger, Grup, komel, kesayatên sîyasetmedarê netew û demokrat û alîgirên kurdistanî bi rêz û şanezî ve dawetî civîne yekîtiya netew û demokrat 14-06-2015 li bajarê RUHA’YÊ dikin,bi beşdariye ve emê şad û baxtewar bin.

Lijna insiyatîfe yekîtiye PDK (Li Bakur)

Nerina Azad
Bu haber toplam: 2192 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:15:27:43
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x