CNK\'nin nerinaazad\'a Kürtçe olarak gönderdiği metinde şu ifadelere yer verildi.
Ciwanên Netewî Yên Kurdistanê vê carê jî hilkişiyan ser Rasil Hacarê û alaya Kurdistanê li wir neqşandin.Rasil Hacar cihekî seyran û gerê ye.Ev cih çar km.dûrî bajarê Sêrtê ye.
Her sal ji aliyê gelek hemwelatî û geştyaran(turist)ve tê ziyaret kirin. Xortên me doh bi şev ji bo peyameke girîng ragihînin hilkişiyan ser Rasil Hacar bi navê xwe yî din \"Kevirê qul\" û alaya Kurdistanê lê neqşandin.
Peyama me yî girîng ew bû da em bikaribin geştyarên biyanî fahmkirin bidin ku ew tên serdana cihekî ji axa Kurdistanê dikin ne ji axa tirkiyê.Û taybet careke din bi dewleta dagirker fahmkirin bidin ku ew der perçeyekî ji axa Kurdistanê ye,perçeyekî ji axa welatê me yî dagirkiriye.Ji ber wê em hilkişiyan ser wî cihê bilind û me peyama xwe ragihand.Ji niha û pê de em ê sembola netewa xwe li ser her t\'at û kevirî bineqşînin.
CNK