Barzanî bo serkirdatiya PDK-S: Vê derfeta zêrîn jidest nedin

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ji Sekreterê Partiya Demokata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela û endamên serkirdatiya wê partiyê re got ku dilsozî û xemxuriya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê cihê şanaziyê ye, û daxwaz ji wan kir ku vê der.

09.04.2014, Çar - 17:27

Barzanî bo serkirdatiya PDK-S: Vê derfeta zêrîn jidest nedin
Haberi Paylaş
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ji Sekreterê Partiya Demokata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela û endamên serkirdatiya wê partiyê re got ku dilsozî û xemxuriya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê cihê şanaziyê ye, û daxwaz ji wan kir ku vê derfeta zêrîn li Rojavayê Kurdistanê jidest nedin.

Îro,09.04.2014, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Sekreter û endamên serkirdatiya PDK-Sê, kir.

Di hevdîtinê de, endamên serkirdatiya PDK-Sê soz dan Mesûd Barzanî û gel Kurd ku ew dê “Di xizmeta rêbaza Kurdayetî û berjewendiyên neteweyî yên gelê xwe de bin.”

li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî di vê hevdîtinê de pîrozbahî li serkirdatiya PDK-Sê kir ji bo serketina kongreyê wan û “Hêvî xwest ku di erk û karên xwe de serkeftî bin.”

Herwiha Balikşand li ser wê yekê ku “Bîr û baweriya Kurdayetiyê me li dewra hevdû komkiriye. û em her çi bikin nikarin deynê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bidin, ji ber ku di rojên teng da alîkariya şoreş û xebata tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê dane û ew dilsozî û xemxuriya wan cihê şanaziyê ye.”

ji aliyek din ve Barzanî daxwaz ji sekreter û endamên serkirdatiya PDK-Sê kir ku serkeftin û encamên kongreya xwe biparêzin, herwiha diyar kir ku niha derfetek zêrîn hatiye pêş gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û daxwaz ji wan kir ku vê derfetê jidest nedin.

Serokê Herêma Kurdistaê ji serkirdatiya PDK-Sê re ragihand jî ku Herêma Kurdistanê amade ye her alîkariyekê pêşkêşî wan bike û ew piştgiriya her biryareke PDK-Sê dikin.

Di dawiyê de Barzanî ragihand ku pêşeroja gelê Kurd pêşerojek geş û bihêvî ye û diyar kir ku “Guhertinên navçeyê û cîhanê di berjewendiya gelê Kurdistanê de ne û pêwîste em hemû sûd ji van derfetan werbigrîn ku ji bo gelê me hatine holê.”

- See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/0904201410#sthash.XJg6WVt7.dpuf

Rudaw
Bu haber toplam: 9099 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:22:33:27
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x