Barzanî: Kes nikare rê li ber ragihandina dewleta kurdî bigire

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku dewleta kurdî ya serbixwe di rê de ye û ragihandina serxwebûnê mafekî siruştî yê Kurdan e.

13.04.2014, Paz - 18:16

Barzanî: Kes nikare rê li ber ragihandina dewleta kurdî bigire
Haberi Paylaş
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku dewleta kurdî ya serbixwe di rê de ye û ragihandina serxwebûnê mafekî siruştî yê Kurdan e.

Barzanî di hevpeyvînekê ligel televizyona Skynews a erebî de behsa avakirina dewleta kurdî ya serbixwe kir û got “Kes nikare rê li me bigire ji bo ku em serxwebûna xwe ragihînin ji ber ev mafekî me yê siruştî ye”.

Lê Barzanî diyar kir ku ew dixwazin hemû tişt di rêya diyalogê re pêk were.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got “Em naxwazin ligel ti aliyekî têkevin şerên xwînî, lê pirsa serxwebûnê mafekî gelê Kurd e û nabe wek tometekê mamele bi vê pirsê re bê kirin”.

Derbarê rewşa niha ya Iraqê de, Barzanî bal kişand ku êdî çend parêzgeh ji bin kontrola dewleta Iraqê derketine û hikûmeta navendî jî desthilata wê li ser piraniya navçeyên Iraqê nemaye.

Li ser guhertinên ku niha li navçeyê çêdibin, serokê Herêma Kurdistanê got “Ev guhertin ji encama rastkirina hin rêkeftinên navdewletî û herêmî ne û herwiha ji bo ku ew şaşîtiyên mezin ên di Sykes Picot de nemînin ku di diyarkirina sînorê welatan û herêman hatine kirin.

Nerina Azad
Bu haber toplam: 21242 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:22:32:59
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x