Mîtolojiya Mezopotamya bi rolyefê hat zindîkirin

Li Êlihê xebata rolyef a xwendekarên lîseyê, ku fîgurên mîteolojiya Mezopotamya û Anatoliyê li ser textan neqişandine, derket pêşberî hunerhezan.

19.03.2014, Çar - 09:48

Mîtolojiya Mezopotamya bi rolyefê hat zindîkirin
Haberi Paylaş
Li Êlihê xebata rolyef a xwendekarên lîseyê, ku fîgurên mîteolojiya Mezopotamya û Anatoliyê li ser textan neqişandine, derket pêşberî hunerhezan. Pêşengiya li Newrozê rast hat, bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.

Mîtolojiya dergûşa şaristaniyê Mezopotamya û Anatoliyê, bi hezaran sal lin ji aliyê heykeltraşan ve li ser keviran tên neqişandin. Li Êlihê komek ji xwendekarên lîseyê, li atolyeyê fîgurên bedewî, bilindahî û lehengiyê yên Mezopotamya û Anatoliyê li ser text neqişandin. Xebata atolyeyê ya li Newrozê rast hat, li Lokala Sînemayê ya Yilmaz Guney a Şaredariya Êlihê derket pêşberî hunerhezan. Di pêşengehê de xwendekar û mamoste jî amade bûn. Mamoste Mehmet Karadenîz ê beşdarî merasîma vekirinê bû ji ANF\'ê re xebata salekê ya pêşengê vegot.

‘JI BO TÊGIHIŞTINA DÎROKÊ Û NASANDINA MEZOPOTAMYAYÊ YE’

Mamosteyê atolyeyê Mehmet Karadenîz bibîr xist ku Mezopotamya dergûşa şaristaniyê ye û destnîşan kir ku xebateke bi vî rengî li Êlihê yekemcar tê meşandin.

Karadenîz got, \"Di encama xebata salekê ya xwendekaran de, xebata bi boyaxa tîr û rolyef derket holê. Di xebata rolyef de xwendekaran li ser text fîgurên mîtolojîk neqişandin.\" Karadenîz diyar kir ku di pêşengehê de ji Gakoviya Hîtît heta şêrê du serî gelek xebatan cih girtin.

Karadenîz ragihand ku pêşengeheke bi vî rengî li Êlihê karekî yekemîn e û got, \"Di encama hewldana 50 xwendekaran de ev berhem derketin holê. Hin ji berheman jî encama xebata kolektîf in.\"

Karadenîz diyar kir ku wan xwestin xwendekarên di atolyeyê de cih girtine dîrokê nas bike û haya wan ji dewlemendiyên mîtolojîk ên erdnîgariya li ser dijî, çê bibe.

Nerina Azad
Bu haber toplam: 9563 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:11:38:38
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x