Îro 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye.

15\'ê Gulanê ji sala 2006\'an virde wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin.

15.05.2015, Cum - 09:26

Îro 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye.
Haberi Paylaş
15\'ê Gulanê ji sala 2006\'an virde wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. 15\'ê Gulanê roja despêka weşana kovara Hawarê ye. Kovara Hawarê di dîrokan Kurdan de cîhekî taybet digre. Hawar; kovara yekemîn ya bi Kurdîya bi tîpên Latînî ye û bûye despêka pêşveçûna zimanê Kurdî.

Kovara Hawarê 15\'ê meha Gulanê di sala 1932\'yan ji alîyê Celadet Elî Bedirxan li Sûrîyê li bajarê Şamê hatîbû weşandin û hetanî 15\'ê Gelawêja 1943\'yan berdewam kiribû.

Zimanê me dîroka me ye.

Zimanê me rûmeta me ye.

Çanda me di zimanê me de ye.

Werin em bi zimanê xwe biaxifin.

Werin em bi Kurdî bifikirin.

Bi Kurdî ji hev hez bikin.

Ji Kurdî hez bikin.

\"Piştî me ji bir kir ziman, ka emê çi bikin ji Kurdîstan.\"

Em wekî Ciwanen Netewî cejna zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz dikin.

Ciwanên Netewî yên Kurdistan

Nerina Azad
Bu haber toplam: 10012 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:15:45:38
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x