Pehlewanê kurd bû qehremanê cihanê

Pehlewanê kurd ê spora laşciwaniyê Serdar Îsmaîl karîbû ala Kurdistanê li yek ji mezintirîn helkeftên werzişî yên navneteweyî bilind bike û bibe pehlewanê pehlewanên pêşbirka cihanî ya Wabba ya laşciwaniyê.\n\n \n\nDi pêşbirka cihanî ya Wabba ya laşc.

01.12.2013, Paz - 14:59

Pehlewanê kurd bû qehremanê cihanê
Haberi Paylaş
Pehlewanê kurd ê spora laşciwaniyê Serdar Îsmaîl karîbû ala Kurdistanê li yek ji mezintirîn helkeftên werzişî yên navneteweyî bilind bike û bibe pehlewanê pehlewanên pêşbirka cihanî ya Wabba ya laşciwaniyê.

Di pêşbirka cihanî ya Wabba ya laşciwaniyê ya pehlewanên cihanê de, ku li bajarê Rodalben yê nêzîkî Frankfurta Almanyayê hate sazkirin, Kurdistan jî beşdar bû û bi fermî bû endama rêxistina Wabba.

Destpêka pehlewaniyê bi sirûda Ey Reqîb hate vekirin. Serokê Wabba ya Almanyayê ligel serokê welatên din ên endamên Wabba hebûna Kurdistanê qebûl kirin û xelata aştiyê jî dan serokê Wabba ya Kurdistanê Ehmed Rambo. Ramboyê Kurdistanê kêfxweşiya xwe nîşan da û ji Rûdawê re got: “Li gor min xelata aştiyê bi qasî wê yekê ne xweş bû ku min li ser dikê marşa Ey Reqîb strand, ji bo min ev xweştirîn tişt e. Werziş ji bo miletan e, em jî miletek in û xwedî marş û al û zimanê xwe ne. Pêwist e em di helkeftên wisa de bi nav û ala xwe beşdar bibin.”

Di vê pehlewaniyê de ku dora 200 sporvanên ji 25 welatên dinyayê tê de beşdar bûn, Kurdistan tenê bi sporvanekî beşdar bû. Ew jî Serdar Îsmaîl bû, ku sala 2012ê jî tevî qehremaniya cihanê li Îtalyayê bibû û di rêza yekemîn de cih girtibû.

Rûdaw beriya destpêkirina qehremaniyê çirke bi çirke ligel Serdar bû û serdana rahênanên beriya nimayişa Serdar kir û pehlewanê kurd jê Rûdawê re got: “Ev sê meh in ku ez xwe ji vê pehlewaniyê re amade dikim, ji ber ku ez dixwazim di vê boneya mezin de ala Kurdistanê bilind bikim û bibim pehlewanê cihanê.”

Weke hemû Kurdên li her derê cihanê, Kurdên Almanyayê jî bi hêviyeke mezin li benda Serdar bûn ku bibe qehremanê dinyayê. Serdar jî ev xewna wan kir rastî. Di dema destpêkirina nimayişan de hemû beşdaran bi parçekî muzîkê nimayişa xwe pêşkêş kirin û Serdar jî bi muzîka kurdî nimayişa xwe pêşkêş kir. Di pişka xwe de, ku 6 beş bûn, Serdar bû yekemîn.

Sporvanên beşdarî vê qehremaniyê li gor qed û giranî û temen hatibûn dabeşkirin, li ser asta beşan 6 sporvan bûn pehlewanên beşên xwe û di nav wan 6 pehlewanan de yekî pileya yekemîn bidest xist û bû pehlewanê pehlewanan, ew jî pehlewanê kurd Serdar Îsmaêl bû, ku piştî wergirtina xelatê, bi hêstirên xweşiyê, ji Rûdawê re got: “Spas ji Xwedê re ku min karîbû ala Kurdistanê bilind bikim.”

Bi şahidiya endamên Wabba û juriya pêşbirkê, Serdar hêjayî pileya yekemîn hate dîtin. Serokê Yekîtiya Wabba ya Navneteweyî, Gerhard Noymer, ji Rûdawê re got: “Serdar hêja bû ku bibe qehremanê dinyayê. Komîteya juriyê ji 10 kesan pêk hatibû, ku pirr bi hûrbînî çavdêriya lîstikvanan dikin. Wan biryar da ku Serdar bibe qehremanê qehremanan.” Di dawiya pêşbirkê de jî, pehlewanî bi muzîka kurdî qediya.

-

Rudaw
Bu haber toplam: 4146 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:14:48:18
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x