Xwendekarên Ormiyê ji bo Şeyda dimeşin

Biryar e îro 16ê nîsanê li zanîngeha Nazlû ya Ormiyê li dijî kuştina xwendekara Kurd Şeyda Hatemî xwepêşandanekê bê lidarxistin.

16.04.2014, Çar - 10:51

Xwendekarên Ormiyê ji bo Şeyda dimeşin
Haberi Paylaş
Biryar e îro 16ê nîsanê li zanîngeha Nazlû ya Ormiyê li dijî kuştina xwendekara Kurd Şeyda Hatemî xwepêşandanekê bê lidarxistin.

Li gor zanyariyên ku “Navenda Kurmanc” li zanîngehên Ormiyê di heftiya borî de belav kirine, biryar e îro xwepêşandaneke nerazîbûnê bê kirin ji bo kujerên Şeyda bên diyarkirin.

Roja 1ê meha adarê ya borî, keça Kurd Şeyda Hatemî di beşa navxweyî ya keçan a Bêntul a zanîngeha Çandiniya Nazlû ya bajarê Ormiyê de kuştî hat dîtin.

Hatemî ya 24 salî, xelkê gundê Nuwi ya devera Mirgevera bajarê Ormiyê bû.

Li gor zaniyariyan, çend dilopên xwînê li ser kincên wê bûn û stu û tiliyeke wê şikestibûn. Hatemî roja yekşemê li gundê Nuwi hat veşartin.

Li aliyê din nûnerê bajarê Ormiyê li Parlamenrtoya Îranê Dr. Abid Fetahî gotibû “Min bi xwe cenazeyê Hatemî dît û ti asewereke kuştinê li ser cenazeyê wê nebû”.

Pişt re polîs jî ragihand ku Şeyda “xwe kuştiye”, lê malbata Şeya red dikin ku keça wan xwe kuştibe.

Ji bo ku tawanbar were girtin û rastî cezayê xwe were jî, biryar e roja çarşemê xwepêşandanek li zanîngeha Nazlû bê lidarxistin.

- See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/160420145#sthash.DlpbHJai.dpuf

Rudaw
Bu haber toplam: 8361 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:07:37:51
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x